Leyla Qasim ji bo hemû jinan bû îlhama têkoşîn û berxwedanê

Leyla Qasim ji bo helbestvanan bû çavkaniya îlhamê, ji bo tevahî jinan bû sembola berxwedan û têkoşînê. Leyla yekem jina Kurd bû li Başûrê Kurdistanê ji ber têkoşîn û fikrê xwe hate darvekirin. Leyla di jiyana xwe de karî ji bo gelê xwe bibe têkoşerek bê mînak. Leyla di dîrokê de ji bo hemû jinan bû îlhama têkoşîn û berxwedanê.


Di 1974’an de Rejîma Baasê li dijî gelê Kurd şerê xwe mezintir kir. Malbatên kurd ji Bexdayê derxistin. Rejîma Baas bajarê Qeladizê bombebaran kir. Gelek Kurd di encama bombebaranê de hatin qetilkirin. Leyla Qasim a ku ji bo balê bikişîne ser komkujiya li dijî gelê Kurd balafirek revand, di 24’ê Nîsana 1974’an de hat girtin. Dema li girtîgehê bû bi êşkenceyên mezin û dijmirovî re rû bi rû hat hiştin. Bi biryara Sedam Hisên Leyla û 4 hevalên xwe di 12'ê Gulana 1974’an de hatin bidarvekirin.

46 sal di ser bidarvekirina Leyla Qasim re derbaz dibe. Jina kurd a têkoşer Leyla Qasim di sala 1952’yan de li gundê Bamîlî yê Xaneqînê ji dayik bû. Ew di nava malbatê de keça bi tenê bû. Serhildêr û ji dil bû. Bavê Leyla cotkarî dikir. Dibistana navîn li dibistana bi navê Wend xwend û serkeftî bû. Leyla di zarokatiya xwe de gelek zindî bû. Tevî ku malbatek xizan bûn jî bavê Leyla dixwest ew bixwîne. Piştî dibistana seretayî wê tevî malbata xwe ji ber xizaniyê di sala 1958’an de koçî Bexdayê kir. Wê her dem parastina doz û têkoşîna gelê kurd ji bo xwe peywirek gelek girîng û mezin didît. Wê dibistana amadeyî li Bexdayê qedand. Piştre beşa Civaknasiyê ya Zanîngehê qezenç kir. Leyla dema 20 salî bû Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê nas kir û gotarek nivîsand. Wê gotara xwe li ser dijminatiya Seddam Husên a li dijî gelê kurd nivîsand û ji ber vê hedef hat girtin.

Di sala 1972’yan de di nava bajarê Bexdayê de liv û tevger û têkoşîna Yekitiya Xwendevanên Kurdistanê tevî zextên îstixbarata Baas’ê ya Iraqê her ku diçû zêde dibû. Wan salan piraniya hêz û şoreşa kurdan di bin rêbertiya PDKI de li çiyayên Başûrê Kurdistanê û herêmên azadkirî de civiyabû. Ji bo wê jî dema Leyla Qasim dît ku herkes dibêje; kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tevî karê mêran û xebata şoreşgerî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cuda ne, lê Leyla biryar da ku tevî xwendevanên ciwan bi awayekî çalaktir û berfirhetir xebata xwe ya Kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bike.

Di 24’ê Nîsana 1974’an de Leyla Qasim li gel çar hevalên xwe yên bi navê; Cewad Hemewendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman Mîran di encama operasyonek berfireh a hêzên rejima Baas de li Bexdayê hatin girtin. Dema li girtîgehê bû bi êşkenceyên mezin û dijmirovî re rû bi rû hat hiştin, lê nekarîn tu îftirayek jê wergirin.

Leyla Qasim jinek têkoşer û bi cesaret bû, dema ku îstixbarata rejima Baas Leyla Qasim dabûn ber lêpirsînê Leyla Qasim ji wana re wiha gotibû; "Min bikujin, lê vê rastiyê jî zanibin ku bi kuştina min dê bi hezaran kurd ji xewa giran şiyar bibin. Ez gelek kêfxweş û serbilindim ku ezê giyanê xwe fedayê rizgariya Kurdistanê bikim."

Rejima Baas ji bo çavtirsandina gelê Kurd bi taybetî jî ciwanan, tevî ku du hefte di ser girtina Leyla Qasim û hevalên wêre derbaz nebibû jî, di dadgehek ne dadperwerde biryara bidarvekirinê li Leyla Qasim û hevalê wê hate birîn. Di saet 07:00'ê sibeha 12'ê Gulana sala 1974'an de Leyla Qasim tevî çar hevalên xwe hate bi darvekirin.

Piştî bi darvekirina Leyla Qasim û hevalên wê demek zêde derbaz nebû birayê Leyla Qasim yê bi navê Selamî li Bexdayê bi behaneya ku wêneyên xwîşka xwe Leyla Qasim belav kiriye ji aliyê Baasiyan ve hate qetilkirin.

Rojek ji beriya Leyla Qasim were bi darvekirin rejima Baas destûr dide dayîk û xwişka wê li girtîgehê Leylayê bibînin. Di hevdîtina bi dayîk û xwişka xwe re Leyla ji xwişka xwe re dibêje; "Meqes û desta cilên min yên Kurdî ji bîr nekin, xwişka wê bi şaşmayî jêre dibêje meqes ji bo çiye? Leyla dibêje; "Qeftek ji pora min bibirin bi kêla min ve girêbidin. Dema Kurdistan azad bû hunê pora min bi hewayê azad yê Kurdistanê de berdin, cilên min yên Kurdî jî ji bo wê rojê ye dema ku ez bibim buka Kurdistanê.

Piştî bidarvekirina Leyla Qasim li seran serî Kurdistanê bi hezaran malbatên Kurd navê Leyla li zarokên xwe kirin. Leyla Qasim bû çîrok û destan di helbestên helbestvanên mezin yên wek Cegerxwîn, Hêmin û gelek helbestvanên din de.

Nivîskar Rêzan Ezîz derbarê zîrektî û fikrê netewî yê jina Kurd Leyla Qasim de got; “Leyla Qasim ji bo Kurdan mirovek mezine. Leyla yekem jine ku di wê demê li ser fikir û baweriya xwe ya siyasî, tê darvekirin. Di zindanê de gelek êşkence li Leyla tê kirin. Leyla ji endmaên saziya îstîxbaratê re dibêje ‘Bi kuştina min wê hezaran Kurd ji xewa nezanînê hişyar bibin. Ez gelek serbilind û kêfxweşim, ji ber ku canên xwe li ber rizgariya Kurdistanê feda dikim.”

Helbestvan Hêmin li ser Leyla Qasim ev helbest nivîsî ye.

“Ke to toray le çawim wek xewî min

Le biskit reştire mangeşewî min

Biro Mecnûn be Leylay xot menaze

Ke nawbangî pitir derkird ewî min

 

Bizey hatê, witî celadî xiwêrî!

Be keyfî xot petit bawêje estom

Ewe pet niye mîdalî îftixare

Ke bûme qaremanî mîlletî xom.

darvekirin ezê li xwe bikim

 

Nêrîna jinên çalakvan li ser Leyla Qasim

Endama Komelgeha Jinên Azad ya Kurdistanê Narîn Zana wiha qala Leyla Qasim kir; “Leyla Qasim bûye sembolek ciwan ku hezaran keç û xortên vî welatî ji bo xwe kirine mînak. Ji bo helbestvanan bûye çavkaniya îlhamê. Leyla bûye bûka Kurdistan û serbilindiya azadiyê.”

Endama Desteya Rêveber ya KJK’ê Besê Erzincan, Leyla Qasim weke mînakek girîng ya têkoşîna jinan bi navkir. Erzincan got; “Li Başûrê Kurdistanê zanist û têkoşîna azadiya jinan, roj bi roj pêşdikeve. Di dîroka Başûrê Kurdistanê de jinên Kurd dijî rejîma Sedam bi welatparêzî û fedekariyê li ber xwedan. Leyla Qasim bi heskirin û dilsoziyê, xwe fedayê welat kir. Ji bo hemû jinan bûye mînak. Bi sedan jin weke Leyla Qasim di raperîn, jiyan û şer de li ber xwe dan.”

 

(nr)