Li Başûr ji nivîskaran ji sedê 10 jin in

Pênçşem, 5 Mar 2020 – 07:50  NAVENDA NÛÇEYAN

Li Başûr ji nivîskaran ji sedê 10 jin in

Li Herêma Kurdistanê salane bi hezaran pirtûk tên çap kirin, lê ji nivîskaran tenê ji sedê 10 jin in. Nivîskarên jin jî sedema wê paşguhxistina pênûsa jinan û erkên dikevin li ser milên wan dibînin.


https://youtu.be/TkplkcBMzHE”>

Li gorî daneyên Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê di sala 2019’an de li Herêma Kurdistanê destûra çapê ji bo 2 hezar û 831 pirtûkan hatiye dayîn. Ji vane tenê ji sedê 10 nivîskarên wan jin in. Ev dertêxe holê ku mêr ji jinan zêdetir pirtûkan çap dikin.

Li gorî naveroka pirtûkên ku jin dinivîsin, jin dikarin di hemû warên weke wêje, civaknasî, siyasî, aborî, dîrok, perwerde û mijarên cudatir de binivîsin. Lê, di warê hejmar de gelek ji nivîskarên mêran kêmtir in.

Kinêr Ebdullah yek nivîskarên jine û xwedî 15 pirtûkane. Sedema kembûna nivîskarên jin nebûna jîngehek nedestdayî û berpirsyartiya zêde ya li ser milê jinan dibe. Kinêr Ebdullah destnîşan kir ku erkên zêde yên li ser milê jinê wiha dike ku dema wan kêm hebe ji bo girîngîdana xwendinê.

Kinêr Ebdullah diyar kir ku yek ji sedema kêmbûna nivîskarên jin ewe ku di nava civaka Kurd de zihmiyeta mêrsalarî heye ûv wane jî girîngiyê didin pênûsa mêran û balê naxin li ser pênûsên jinan.

Kinêr Ebdullah wiha bersiva pirsa, ‘Gelo mêr dikarin weke nivîskarên jin balê bikişînin li ser êşên jinan?’ da;”Mêr dikarin li ser newekheviya di navbera zayendan de nivîsin. Lê, herî zêde jin dikarin newekheviya li hemberî jinan rave bikin û çareseriya guncavtir peyda bikin.”

Nivîskar Gulzad Celal a xwedî 3 pirtûkên helbest û çîrokan, diyar kir ku ew jinên ku nivîsin bi cesaretin û êşên wan zêdene û got;”Ji ber ku weke ku ew qal dikin, rastî gelek ervazî û pirsgirêkên dibin. Ji ber jinbûnê. Piştgiriya wan nîne û ji bo çapkirina pirtûkên wan de alîkarî nayê kirin.”

Nivîskar Gulzad Celal eşkere kir ku sûdên nivîsên jinan wê ji bo civakê gelek hebe û di warê pêşxistin û hişyarkirina civakê de rol hebe. Gulzad destnîşan kir ku pêwîstiya nivîskarên jin bi piştgiriyaa hikûmet, parlamento û Wezareta Rewşenbîrî heye û got ku herî kêm piştgiriya jinan tê kirin.

Niha sê pirtûkên Gulzar Celal amadene, lê ji ber ku  piştgiriya wê nayê kirin hîn çap û belav nekiriye.

 

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist