Li Başûr kampanyaya boykota Tirkiyeyê

Piştî ku li Tirkiyeyê geştiyarên Başûrê Kurdistanê, bi êrîşa nîjadperestan re rû bi rû man û hatin dersînorkirin, komeke rojnamevan, aktivîst û welatiyan li dijî Tirkiyeyê kampanyaya boykotê dan destpêkirin.


Komek rojnamevan, aktivîst û welatiyan bi armanca boykotkirina hemû geştên (çûn û serdan) Tirkiyeyê, kampanya da destpêkirin. 

Kampanya bi riya Twîtter û Facebook hatiye destpêkirin û hashtag hatiye vekirin. Kampanya bi navê “Naçim Tirkiyeyê, Tirkiye boykot” û bi zimanê Soranî, Tirkî û Ingilîzî hatiye amadekirin.

Di çarçoveya kampanyayê de li ser hesabên tora civakî wiha tê gotin: “Weke destpêkeke ji bo yekdengî û yekhelwestiya Kurdan, divê hemû geştên welatê Tirkiyeyê bên boykotkirin. Ji ber ku vê dewletê dijî Kurdistaniyan heqaret û sûç kiriye. Rayedarên Tirkiyeyê hemû karên xwe li ser pişta Iraq û Herêma Kurdistanê dane avakirin, lê dîsa heqaret li welatiyên Kurd, li geştiyar û karsazên me dike. Her wiha herêma me nas nake. Lewma em Tirkiyeyê boykot dikin.”

#ناچین_بۆ_تورکیا

#StopVisitingTurkey

#BoykotTürkiye

(a)