Li Çemçemal cenazeyê jinekê hate dîtin

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê cenazeyê jinekê ku şopên guleya çekê li ser bedena wê bû hate dîtin. Li ser bûyerê polîsan dest bi lêkolînê kir û heta niha nasnameya wê nehatiye eşkere kirin.


Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê îro cenazeyê jinek ciwan a ku şopên guleya çekê li ser bedena wê bûn hate dîtin.

Li gorî agahiyên Rêveberiya Ragihandina Polîsên Silêmaniyê, temenê wê di navbera 20 û 25 salî de ye û cihên guleya çekê liser bedana wê nehe. Cenaze rakirin Tiba Edlî ya Silêmaniyê.

Li ser bûyerê polîsan dest bi lêkolînê kir û heta niha nasnameya wê nehatiye eşkere kirin.

(ab)