Yekşem, 8 Mar 2020 – 19:42 ÇEMÇEMAL/ROJNEWS
Li Çemçemal pîrozbahiya 8’ê Adarê
Li Çemçemal a Silêmanî komek jinên aktîvîst bi wesîleya 8’ê Adarê li navenda navçeyê û nuqteyên asayîşê gul li jinan belav kirin û Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li wan pîrozkirin.
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê li tevahî Başûrê Kurdistanê didomin. Li navçeya Çemçemal komek jinên aktîvîst bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ve li navenda navçeyê û nuqteyên asayîşê gul li jinan belav kirin.
Koma jinên aktîvîst ji aliyê welatiyan û endamên asayîşê ve rastî eleqeyeke mezin hatin.
(yş)