کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
În, Tirmeh 1, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
16/05/2022 - 2:28:08 pm
in JIN
0 0
A A
Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Di nav de Judith Butler, Silvia Federici û Angela Savi jî bi dehan rêxistinên jinana, dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nameyek vekirî ji Neteweyên Yekbûyî re şandin. Jinan xwes Neteweyên Yekbûyî dijî êrişan, mekanîzmayên pêwîst bic bîne.

Bi pêşengiya Kongreya Star, bi îmzeya bi dehan kesayet û rêxistinên jinan nameyek ji Sekreteriya Giştî û Rêxistina Jinan ên Neteweyên Yekbûyî re hate şandin. Judith Butler, Silvia Federici û Angela Savis jî di nav de gelek jinên li cîhanê naskirî mohra xwe danîn binê nameyê. Di nameyê de ji Neteweyên Yekbûyî hate xwestin ku pêşî li êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bê girtin. Di nameya vekirî de hate ragihandin ku ne ya qebûlkirinê ye ku dewleta Tirk êrişên xwe bispêre Peymana Neteweyên Yekbûyî û hate xwestin ku li dijî van êrişan mekanîzmayên pêwîst bi cih bêne anîn.

‘Em qebûl nakin’

Name bi vî rengî ye:

“Ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî,

Ji Rêxistina Jinê ya Neteweyên Yekbûyî re,

Êrişkariya dewleta Tirk a li dijî Kurdan, di sala 2017’an de bi êrişa li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Şengalê û kampa penaberan a Mexmûrê ku 11 hezar penaber lê ne, gihîşt asteke nû.

Ji wê demê ve, Tirkiyê bajarên Efrînê (Adar 2018) û Serêkaniyê/Ra’s al-Ain (Cotmeh 2019) ku piraniya wan kurd lê dijîn, dagir kirine. Balafirên bêmirov ên çekdar ên Tirk bê navber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Mexmûrê digerin û atmosfereke tirsê û bêewlehiyeke kûr ava dikin.

Binesaziya sivîl, erebe û malan bê hişyarî rastî êrîşan tên. Xelk ji ber ku ji êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ditirsin ji axa xwe direvin.

Dewleta Tirkiye di çarçoveya xala 51’emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) de kuştinên xwe yên bê hiquq, êrîşên bi balafirên bê mirov û operasyonên leşkerî yên dagirkeriyê weke ‘xweparastinê’ rewa dike.

Dewleta Tirk îdia dike ku ewlekariya wê ya netewî rasterast ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şingal û Mexmûrê ve rastî gefan hatiye. Her wiha Enqere dagirkeriya li ser sînorên Bakurê Sûriyeyê rewa kiriye û plan dike ku herêmên sînorî yên li Başûrê Kurdistan hîn zêdetir dagir bike û bi vî awayî ”ewlehiya sînorên Tirkiyeyê misoger bike”.

Ew şerê çekdarî bi PKK’ê kar tîne da ku dagîrkeriya leşkerî û destwerdana siyasî ya li başûrê Kurdistan zêde bike û ev yek rewşa li wir bêtir bêîstiqrar dike û bêewlehiyê kûrtir dike.

Rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî bi xwe bi rêkûpêk raportan li ser rewşa ewlekarî li Sûriyê û herwiha li Iraqê amade dikin. Ne bakurê rojhilatê Sûriyê, ne Êzidiyên Şengalê û ne jî kampa penaberan a Mexmûrê ji bo Tirkiyê metirsiya ewlehiyê ne. Berovajî vê yekê artêşa Tirk binpêkirina mafên mirovan dike, kuştinên dervayî dadwerî li ser bingeha teknolojiya firokeyên bêpîlot û êrîşên li dijî hedefên sivîl û leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyê, Şengal û başûrê Kurdistanê bêceza dikin.

Ev hemû li ser navê Peymana Neteweyên Yekbûyî pêk tên.  Em kesên ku li jêr îmze kirine, piştgirîya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûrî û başûrê Kurdistanê qebûl nakin.

Em îdiaya Tirkiyeyê ya xweparastinê red dikin û destnîşan dikin ku dewleta Tirk êrîşkar e.Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan şermezar bike û mekanîzmayên xwe ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên li ser sînor ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê seferber bike.

Kesayet û saziyên ku mohra xwe danîne binê nameyê wiha ye:

Kongra Star, Federasyona demokratîk ya Rexistina Jinan li Rojava û Bakûr û Rojhilate Sûriye

Koordinasyona Jin a Reveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê

Benedetta Argentieri, rojnamevan û derhêner, Îtalya

Susanne Bader, Koordînasyona Avrupa ya Konferansa Jinên Cihanê, Almanya

Clare Baker, mekteba navnetawî ya sendika UNITE the union, Brîtanya

Zahraa Banaho, çalakvanê mafên mirovan, Rojavayê Sahara

Trude Bennett, rêxistinvana tenderustiya gelemperî, DYA

Janet Biehl, niviskar, hûnermend û edîtor, DYA

Vicky Blake, Serokê UCU, Brîtanya

Baroness Christine Blower, Kamara ya Lordan, Brîtanya

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jin, Bakûr û Rojhilatê Sûriye

Debbie Bookchin, rojnamevan û niviskar, DYA

Debbie Brennan, rêxistina Jinên Radîkal, Australia

Mekteba jin a Meclîsa Syria Democratic, Bakûr û Rojhilate Sûriye

Beşa jin ya Partiya Rêya Demokratîk, Maxreb

Judith Butler, Profesor Zaningeha Kaliforniya, DYA

Orsola Casagrande, rojnamevan, Welatê Bask

Vandana Chaudry, profesor,ê zaningeha bajarê New York, DYA

Louise Christian, Pareszer, cîgira rûmetm ya Haldane ya Civaka Hiqûqnasên Sosyalîst, Brîtanya

Nora Cortinas, hev-avakarê Dayikên Plaza de Mayo, Argentina

Molly Crabapple, hûnermend û niviskar, DYA

Angela Davis, Niviskar û profesorê Emerita, zaningeha California, DYA

Mary Davis FRSA, Profesorê Dîroka Kedê li Zanîngeha Royal Holloway ya Londonê, Brîtanya

Francesca Degiuli, Profesorê, Zaningeha Fairleigh Dickinson, DYA

Barbara Ehrenreich, niviskar û rêxistinvan, DYA

Silvia Federici, niviskar û profesorê civaknasî, Zaningeha Hofstra, DYA

Lindsey German, Convenor Koalîsyona Şer Rawestîne, Brîtanya

Helen Gilbert, Jinên Radical Yekitiya Netewan, DYA

Dr Sarah Glynn, niviskar, Fransa

Ozlem Goner, doktora doçent a Zankoya Bajêr a New York, DYA

Saloua Guiga, FemWise-Africa şaxê Tûnis, Tûnis

Rahila Gupta, nivîskar û rojnamevan, Brîtanya

Dr Hiba Haddadin, midûrê giştî a Weqfa Lêkolînên Zayenda Civakî, Urdun

Jean Halley, profesora Zankoya Bajêr a New York, DYA

Dr Basma Hamdi, sekreterê giştî a Federasyona Navnetewî a Jinên Afrikî, Tûnis

Dr Çoman Herdî, midûra Navenda Lêkolînên Zayenda Civakî û Pêşketin li Zankoya Amerîkî a Silêmanî, Başûrê Kurdistan

Ava Homa, nivîskar, rojnamevan û çalakvan, Kanada/DYA

Dr Amber Huff, Enstîtûya Lêkolînên Werarê, Brîtanya

Barones Helena Kennedy QC, Kamara ya Lordan, Brîtanya

Hosu Kim, doktora doçent a Zankoya Bajêr a New York, DYA

Neemat Koko, midûra navenda lêkolînen zayendê civakî, Sûdan

Claudia Korol, rojnamevan û nûnera rêxistina Feministas del Abya Yala, Arjantîn

Andrea Koskondi, endama komîteya rêveber a Federasyona Giştî a Sendîkayên Karkeran (GFTU), Brîtanya

Şeyda Kurt, nivîskar, Elmanya

Dr Carol Mann, midûra rêxistina Women in War, Fransa

Joya Misra, profesora Zanko a Massachusetts, DYA

Barones Jones of Moulsecoomb, Kamara ya Lordan, Brîtanya

Tevgera Civakê Demokratîk (TEV-DEM), Mekteba Jinê, Bakur Rojhilatê Sûrî

Meclisa Jin a Bakur Rojhilatê Sûrî, Bakur Rojhilatê Sûrî

Kejal Nûrî, nivîskar û çalakvan, Holanda

Shamiran Odisho, Sekretera Komala Jinên Iraqî, Iraq

Margaret Owen, Seroka Rêxistina Jinebiyên Ji Bo Aşitî Bi Riya Demokrasî, Brîtanya

Julia Pascal, nivîskarê lîstikê, rojnamevan, Brîtanya

Maxine Peake, lîstikvan û nivîskar, Brîtanya

Rosalind Petchesky, Zankoya Bajar a New Yorkê, DYA

Louise Regan, National Officer, Membership and Equality, National Education Union, Brîtanya

Khadija Riyadi, çalakvan û xwediyê Xelata Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî, Fas

Tiba Saad Abdelkarim, tevgera femînîst a Intadifi, Iraq

Rita Segato, akademîsyenê femînîst û profesora rûmetiyê a Zankoya Brasilia, Arjantîn

Dr Maha Al Sekban, Seroka Navenda Mafên Mirovan a Jinan, Iraq

Marina Sitrin, hiqûqnas, nivîskar û doktora doçent a Zankoya Bajêr a New York, DYA

Sabah Shuaib, koordînatora Şebekeyên Aşitî li Rojhilatê Lîbyayê, Lîbya

Prof. Radha D’Souza, Zankoya Westminster, Brîtanya

Gloria Steinem, nivîskar û çalakvan, DYA

Dr Greta Sykes, nivîskar û hunermend, Brîtanya

Baskê Jin a Partiya Pêşeroj ê Sûrî, Bakur Rojhilatê Sûrî

Meclisa Jinên Sûrî, Surî

Atika Al Taiif, Partiya Riya Demokratîk, Fas

Shavanah Taj, Sekreterê Giştî a sendîkaya Wales TUC, Brîtanya

Meredith Tax, nivîskar û çalakvan, DYA

Saadia Toor, doktora doçent, Zankoya Bajêr a New York, DYA

Prof. Kariane Westrheim, Seroka Komîsyona Sivîl a Yekitiya Ewropa û Tirkiyê (EUTCC), Norvêç

Debra Winger, lîstikvan û çêker, DYA

Jan Woolfe, nivîskar, endama komîteya şano a rêxistina Writers Guild, Brîtanya

Kombûna Jinên Zenûbya , Bakur Rojhilatê Sûrî

Nûçeya berê

Dadgeha Hewlêrê li 5 girtiyên Behdînanê ceza birî

Nûçeya pişt re

Mamostayên Helebceyê: Ger hemû karmend bikevin grevê, wê hikumet hilweşe

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Bi îlankirina Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê kongre bidawî bû

Bi îlankirina Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê kongre bidawî bû

Pûşper 30, 2022
1. Kongreya Jinên Ciwan didome:  Bi şerê taybet dixwezin ciwanên me bandor bikin

1. Kongreya Jinên Ciwan didome:  Bi şerê taybet dixwezin ciwanên me bandor bikin

Pûşper 30, 2022

Malpera KJK’ê bi weşaneke nû û xurt dest bi kar dike

Li Şengalê 1. Kongreya Jinên Ciwan ên Êzidî destpê kir

Hêlîn Umît: Heval Zîlan pîvana jiyanê nîşan da

Xwedawenda Têkoşîna Azadiya Kurd: Şehîd Zîlan

Nûçeya pişt re
Mamostayên Helebceyê: Ger hemû karmend bikevin grevê, wê hikumet hilweşe

Mamostayên Helebceyê: Ger hemû karmend bikevin grevê, wê hikumet hilweşe

Yên Li Pêş

Li Şengalê 1. Kongreya Jinên Ciwan ên Êzidî destpê kir

Li Şengalê 1. Kongreya Jinên Ciwan ên Êzidî destpê kir

Pûşper 30, 2022

Kongreya Yekem a Jinên Ciwanên Êzidî bi dirûşmeya ‘Di xeta Zîlan û Berîvanan de rexistinbûnê ava bike û îxanetê têk...

Li Wargeha Bacid Kendala ya Êzidiyan şewat

Li Wargeha Bacid Kendala ya Êzidiyan şewat

Pûşper 30, 2022

Li Wargeha Bacid Kendala ya li qezaya Zaxoyê ku koçberên Êzidî lê dimînin şerwat derket. Heta niha gelek kon çewitîne...

Malpera KJK’ê bi weşaneke nû û xurt dest bi kar dike

Malpera KJK’ê bi weşaneke nû û xurt dest bi kar dike

Pûşper 30, 2022

Malpera Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) bi boneya 30’ê Hezîranê salvegera çalakiya fedayî ya Zîlan (Zeyneb Kinaci) ku 30’ê Hezîrana 1996’an...

Bi îlankirina Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê kongre bidawî bû

Bi îlankirina Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê kongre bidawî bû

Pûşper 30, 2022

Kongreya Yekem a Jinên Ciwanên Êzidî bi çoşek mezin bi dawî bu. Jinên Ciwanên Êzidî bi boneya 26. salvegera şehadeta Zeynep...

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Werxelê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Werxelê weşand

Pûşper 30, 2022

Gerîla TV dîmenê çalakiya 10'ê Gulanê ya li Werxelê  ku encamê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatibûn cezakirin weşand....

Li taxek ya Silêmaniyê teqîn çêbû- Hat Nûkirin

Li taxek ya Silêmaniyê teqîn çêbû- Hat Nûkirin

Pûşper 29, 2022

Ji beriya çendekê li yek ji taxên Silêmaniyê dengê teqînek hat bihîstin, tê gotin ji ber teqînê birîndar hene. Lê...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist