Li Silênaniyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Li Ser Jinê şanoya bi navê ‘Xew bi xewê ve dibînim’ hate pêşandan.
Li Telarî Hunerî ya Silêmaniyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Li Ser Jinê şanoya bi navê ‘Xew bi xewê ve dibînim’ ku naveroka wê li ser şîdeta ku mêr li hemberî jinê pêk tîne bû, hate pêşandan. Herwiha daxuyaniya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) hate xwendin.
Piştî pêşandana şanoyê daxuyaniya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ji aliyê Şehîd Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Jin dikare aştî û aramiyê bînin. Ji ber ku vê jinê nekujin. Bila helwesta we berdewam li dijî dagirkerî û kîmyabarana û dagirkirina xaka Kurdistanê hebe. Divê jin bi yekgirtî têkoşîna Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel bikin. Heta serkeftinê azadiyê têbikoşin. Jin jiyane, jiyanê nekujin. Bi kuştin û tinekirina jina azad û şoreşger şoreşa jinan bi dawî nabe, hûnê nekarîn dawî li xebata jinan bînîn.”
(ab)