Li dijî zewaca di temenê biçûk de pêngavek

Projeya çareserkirina têkoşîna bi şîdetê re û alîkariya derûnî, bi piştgiriya UNICEF li Germiyanê li dijî zewaca di temenê biçûk de pêngavek da destpê kirin.


Li Hola Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Ciwanan a navçeya Kelar a Germiyan Projeya çareserkirina têkoşîna bi şîdetê re û alîkariya Derûnî ku ji aliyê gelek akîtîvan ve hatiya bi rêxistinkin bi piştgiriya UNICEF li Germiyanê li dijî zewaca di temenê biçûk de pêngavek dan destpê kirin. Pêngav bi dayîna semînerekê hate eşkere kirin.

Di semînerê de bandoriyên xerab ên zewaca di temenê biçûk a li ser jinan çêdibin hatin vegotin. Di serî de berpirsê projeyê Serkewt Celîl axivî û bal kişand ser bandoriya nerênî yên zewaca di temenê biçûk a li ser jinan û got; "Ew kesên ku zewaca pêşwext dikin hêza wan a biryardayînê nîne. Ew kesên hêza wan a biryardayînê nebe jî, nikarin mafên xwe bi dest bixin. Herwiha jinan ji pêşketina kesîtî û zanyariyên giştî paş dixe."

 Herwiha Rêveberiya Nexweşxaneya Şêreyî Neqîb ku li Kelar nexweşxaneyek taybet a jinane Benaz Celîl jî bal kişand ser bandoriya zewaca di temenê biçûk a li ser tenduristiya jinan û got; "Di dema ducaniyê de bandoriyek xerab li ser jinan dike. Bi taybet yek ji wan metirsiyan zêdebûna zexta xwînê ye. Herwiha dibe bibe sedema mirin û jiberçûna zarokan. Bûyerên wiha ji jineke ser bi 18 saliyê re 5 qat zêdetire. "

 Benaz Celîl  wiha domand; "Gelek caran jinên jêr 18 salî ji ber ducanbûnê tên emeliyatkirin. Endamekê laşên xwe ji dest didin ku careke din nikarin ducanî bibin."

Di dawiya semînerê de, li Kelar li dijî zewaca di temenê biçûk de pêngavek hate îlankirin. Biryar hate dayîn ku di pêşerojê de li dijî zêdebûna zewaca di temenê biçûk de rêzeçalakiyan lidar bixin.

Li gorî agahiyên Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li seranserî cîhanê 700 milyon zarokên keç ji jêr temenê 18 salî de zewicîne.