Li Germiyan jinek 22 salî û li Diyale keçek ciwan dawî li jiyana xwe anîn. Polîs diyar kir ku têkildarê bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.
Demek kurt beriya niha Rêveberiya Polîsên Germiyanê bi daxuyaniyekê ragihand ku direngiya şeva borî li taxa Hey Miwezefînî ya navçeya Kelarê cenazeyê jinek a 22 salî ku bi eslê xwe Erebe û navê wê (X.X.E) ye, rakirine beşa lezgîn a nexweşxaneya Şehîd Hejar.
Li gorî daxuyaniya polîs, hat ragihandin ku jina navborî xwe daliqandiye. Lê belê nehatiye gotin bê ka bi xwe wisa kiriye yan ji aliyê kesekê ve hatiye darvekirin. Di daxuyaniyê de cîh ji gotinên xizmên vê jinê re hatiye dayin ku wiha ye: “Li gorî gotina xizmên wê, sê mehin ku ew jin zewicî bû û şeva borî xwe daliqandiye û ji ber wê jiyana xwe ji dest daye.”
Di daxuyaniya polîsên Germiyanê de her wiha hatiye gotin: “Di danê siharê de li gundê Salih Axa yê girêdayî navçeya Qoretû cenazeyê keçek a 15 salî ya bi navê (C-S-A) rakirine beşa lezgîn a nexweşxaneya Şehîd Hejar ku ji ber xwe daliqandinê jiyana xwe ji dest dabû.”
Li gorî daxuyaniyê tîmên polîsan têkildarê bûyeran dest bi lêkolînê kirine.
Cîgirê Rêveberiya Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Şehîd Hejar, Rizgar Letîf ji ajansa Rojnewsê re axivî û got: “Niha cenazeyên her du jinan bi armanca vekolîna bijîşkî şandine Tiba Edlî ya Kelarê.”