Rêveberiya polîsan yê Dihokê ragihand ku li gundê Nezrawe li bajaroka Berdereş ya girêdayî Dihokê zilamekî hevjîna xwe kuşt û reviya.
Polîsên Dihokê ragihand bûyer di encama şerê di navbera du hevjîna de derketiye. Temenê jinê nêzî 30 salane.
Bi biryara Dadwerê Lêkolînê, li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Di heman demê de li gorî nûçeyek medya û torên civakî, keçek 14 salî li bajaroka Kewrgosk a ser bi Hewlêrê ‘xwe xeniqandiye’. Lê ti çavkaniyên fermî bûyer piştrast nekiriye, polîsên Hewlêrê jî bersiva peywendiyan nade.
Li gorî daneyên di çapemeniyê de hatine parvekirin, di 5 mehên destpêka îsal de li deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê 26 jin bi şêweyê cuda hatine kuştin.
Li gorî amareya Rêveberiya Têkoşîna Dijî Tundûtujiyê Ser Jin û Malbatê di sala 2021’an de 24 jin hatibûn kuştin.
(fK)