Li Herêma Kurdistanê sala nû ya xwendinê bi pirsgirêk destpê dike

Li Herêma Kurdistanê îro sala nû ya xwendinê destpê dike. Li gel hatina demsala xwendinê, hîn pirsgirêka zimanê xwendinê çareser nebûye. Ji ber ku li dibistanên taybet ku hêjmara wan 300 dibistan in zimanê Ingilizî sereke ye û zimanê Kurdî duyemîne.


Li Herêma Kurdistanê salene demsala xwendinê ji nîvê meha Îlonê heta destpêka meha Cotmehê destpê dike. Îsal jî bi biryara Wezareta Perwerdeyê di 21'ê Îlonê de ango îro zengilê sala nû ya xwendinê lê dide.

Li gorî daneyên Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê zêdetirî milyone û 700 hezar hezar xwendekar li dibistanên seretayî heta amadeyî dixwînin. Salene zêdetirî 100 hezar xwendekarên nû li refên yek tên wergirtin.

Ji bo sala 2018 û 2919'an de zêdetirî 120 hezar xwedekar ji bo qoxana yekemîn hatibûn wergirtin. Ji bo hejmara xwendekarên îsal hatine tomarkirin me serî li Wezareta Perwerdeyê da, lê red kir ku dane li ber destê wan hebe.

Li Herêma Kurdistanê yek ji pirsgirêka xwendinê, kêmbûna avahiyên dibistanan in. Li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê tenê 6 hezar û 734 dibistanên ser bi hikûmetê hene. Lewma li hinek dibistanan rojane du dewam û li hinekan jî sê dewwam tên kirin.

Dibistanên taybet jî li gel dibistanên hikûmetê di nava pêşbaziyê dene. Niha 300 dibistanên seretayî heta amadeyî yên taybet hene û destûr ji Wezareta Perwerdeyê girtine. Her sal xwendekaran digirin.

Piraniya dibistanên taybet, ên  Tirkî, Brîtanî, Amerîkî û Koreya Başûr in. Zimanê sereke jî Ingilizî û Tirkî ne. Li her dibistanekê salene nirxê her xwendekarî ji hezar dolarî destpê dike heta zêdetirî 10 hezar dolar.

Bi hatina demsala nû ya xwendinê re li dibistanan xwendina bi zimanê Ingilîzî bû rojeva pisporên perwerdeyê û metirsîdar dibînin. Lewma di 19'ê Tebaxa îsal Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd biryara dersên Birîkarî û Zanistî ya bi Ingilîzî ku di sala 2015 û 2017'an de destpekirî bû hilweşand.

Lê, ev biryar wê tenê li dibistanên hikûmetê bikeve miryetê û wê li dibistanên taybet pêk neyê.

Mamosta û şêwekarê perwerdeyê Şanaz Yasîn têkildarî bandoriya zimanê biyanî li ser zarokan ji Rojnews'ê re axivî û got;"Dema ku zarokan di destpêkê de dişînin xwendinê, ji ber sedema ku ziman ê zanistî zêdetir Ingilîziye,  dayik û bav hewl didin ku zarokên xwe bişînin wan dibistanên ku lê zimanê Ingilîzî tê xwendin. Lê, ev bandoriyek nerênî li ser zarok dike. Gelek caran wiha lê tê ku zarok li mal jî bi Kurdî naxive. Ev jî bandorî li ser zarok dike ku çand û zimanê xwe ji bîr bike. Zêdetir çand û zimanê biyanî nas bike."

Şanaz Yasîn bal kişand li ser sedama zarokan dişînin van dibistanên taybet û wiha got;"Li dibistanên taybet zêdetir girîngiyê didin zarokan. Lê, divê lêkolînê li ser tenduristiyan wan an jî nebûna girîngiyê were kirin. Lê, dibistanên hikûmî kêmtir girîngiyê didinê. Lewma zarokên xwe dişînin dibistanên taybet. Ew jî zêdetir girîngiyê didin ziman. Ev jî wiha dike hestê welat û civakê nemîne. Zêdetir xwe bi biyanî dibînin."

Li Herêma Kurdistanê par ji ser sedema kêmkirina mûçeyan û nedayîna mûçe di dema xwe de mamostayan dewam boykot kirin. Ev yek ji pirsgirêkên sereke bû. Bandoriyek nerênî li ser sîstema xwendikê kir. Piştî rakirina paşkefta mûçe, heta miha mamostayan tenê 7 mûçeyên bêyî paşkeft girtine. Lê, tê payîn ku îsal jî sala xwendinê bêyî boykota mamostayan bi dawî bibe. Ji ber sedema nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ya li ser neftê îhtimal heye ku ji ber Bexda mûçe neşîne, her çend mehan carekê mûçeyên mûçexweran were dayîn.

(ab)