Li Hewlêr mirina jinek din a bi guman

Li gorî serçaveyek nexwest navê xwe eşkere bike, li gundê Hacî Suwî ya ser bi Hewlêrê jinek ji ber pirsgirêkek malbatî xwe şewitand û jiyana xwe ji destda.


Li gundê Hacî Suwî ya ser bi Hewlêrê jinek ji ber şewatê jiyana xwe ji destda. Hat eşkere kirin ku rêjeya şewatê gelek zêde bû.

Li gorî serçaveyek nexwest navê xwe eşkere bike, ji Rojnews'ê re got; "Ew jin li gel hevserê xwe pirsgirêkek malbatî jiyan dikir, di encama şerê dinavbera her du yan de wê jinê xwe şewitand, ji ber ku rêjeya şewatê zêde bû jiyana xwe ji destda."

Li gorî heman serçaveyan, hevserê wê jinê xwe radestî polîsan kiriye û li gorî madeya siza a Iraqê ya 408'an bi biryara dadger ew zilam hatiye girtin. Di derbarê bûyerê de jî lêkolîn hatiye destpêkirin.

(şk)