Li Hewlêrê jinek ji bo 38 kesan derfeta kar afirandiye

Jina bi navê Kezîban Ezîz ku wek Dayîka Saman tê naskirin, 5 sal in derfetê kar ji 38 kesan re peyda kiriye. Dayîka Saman diyarkir gelek caran astengî ketine pêşiya wê, lê wê hertim astengî derbaz kirine. Dayîka Saman bang li jinan kir ku di malên xwe de girtî nemînin û jêhatinên xwe raxin berçavan.


Jina bi navê Kezîban Ezîz ku wek Dayîka Saman tê naskirin, runiştvana bajarê Hewlêrê ye, di destpêka sala 2015’an de kargehek a çêkirina nanê tîrê (Şikeva) diveke, piştre jî xwaringehek ya xwarinên Kurdewarî ava dike. Piştî demek karê xwe berfireh dike û xwaringeha duwem jî vedike.

Xwaringeha Dayîka Saman dikeve taxa Bextiyarî ya Hewlêrê, rojane ji saet 06’ê sibehê heya saet 12:00’ê şevê vekirî dimîne. Di xwaringehên Dayîka Saman de 32 jin û 6 zilam dixebitin.

Li xwaringehê her sê danan xwarin tê amadekirin, lê ji ber meha Remezanê niha tenê danê êvaran xwarin tê dayîn. Xwarinên ku herî zêde mişterî dixwazin jî xwarinên wek, birinc û tirşik, yaprax û biryanî ne. Her wiha xwarinê ji dervey xwaringehê re jî dişînin.

Dayîka Saman da zanîn dema destpêkê dest bi vî karî kir gelek astengî derketin pêşiya wê, lê wê tevayî astengiyan derbazkir û bi serket. Dayîka Saman got; “Ji ber virûsê û karantînayê bi qasî du mehan gelek ziyana me çêbû. Niha jî me carek din dest bi karê xwe kiriye û hemû karmendên me vegeriyane ser karê xwe.”

Dayîka Saman bang li tevayî jinan kir ku di mal de girtî nemînin û hewil bidin jêhatinên xwe derxin derve û ji bo dahata xwe karek bikin.

Welatiyê bi navê Berêz Mihemed diyarkir ku ew şeş mehin êvaran serdana xwaringeha Dayîka Saman dike, sedemê wê jî ewe ku xwarinên wan Kurdewarî ne û xwemalîne. Berêz got, mirov hest pê dike ku ev xwarin bi tendirûstin.

(şk)