Li Hewlêrê pêla binçavkirina ciwanên Mexmûrê

Asayîşa Hewlêrê piştî kuştina endamê konsolosxaneya Tirk, bi ser malên jinên ciwan ên ji Wargeha Mexmûrê ku li Hewlêrê kar dikirin de girtin. Di serdagirtinê de 16 jinên ciwan hatin binçavkirin. Hat gotin ku di serdagirtinê de di nava endamên asayîşê de kesên bi zimanê Tirkî di axivîn jî hebûn.


Di 17’ê Tîrmehê de li restorantek Hewlêrê endamek konsolosxaneya dewleta Tirk û 2 kesên din hatin kuştin. Piştî bûyera kuştinê, asayîşa Hewlêrê bi ser malên ciwanên Mexmûrê yên ku li kargehên Hewlêrê yên cuda de kar dikirin de girtin.

Şeva 18’ê Tîrmehê saet di navbera 01.30 û 02.00’yan de endamên asayîşê bi ser gelek malên ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) ên li Hewlêrê kar dikirin de girtin.

Di serdagirtinan de tiştên nava malan hemû hatin serobinokirin û 16 jinên ciwan hatin binçavkirin. Ciwanên hatin binçavkirin birin navenda Asayîşa Hewlêrê.

Ji ciwanên ku hatine binçavkirin, 11 kes di saetên nîvro de hatin berdan. Lê 5 kes hîn jî di bin çavan de ne.

Kesên bi Tirkî di axivîn jî tevlî serdagirtinê bûne

Li gorî zanyariyên ku ciwanên hatine berdan dane, di serdagirtinê de kesên ku bi zimanê Tirkî di axivîn jî hebûne. Van kesan bi zimanê Tirkî ji ciwanan re gotine “Em dizanin hûn kîne, hun alîgirên PKK’ê ne”.

Ciwanên hatine berdan destnîşan kirin ku tu sedemek binçavkirinê ji wan re nehatiye nîşandan, piştî çend saetên binçakirinê ji wan hatiye gotin, “Me hun bi xeletî girtine, emê we berdin”. Piştre jî serbest hatine berdan.

Aqubeta 5 ciwanan nediyar e

Têkildarî 5 jinên ciwan ên hatine binçakirin, heta niha tu zanyarî nehatine bidestxistin û rayedaran jî tu daxuyanî nedane.

(a)