Li navçeya Kelar a Germiyan di çarçoveya Pêngava 16 rojî ya têkoşîna dijî şîdeta li ser jinan de, panelek hat lidarxistin û di panelê de îşaret bi sedemên zêdebûna şidetê û rêyên çareseriyê hat kirin.
Di saetên êvarê de li Pirtûkxaneya Giştî ya Kelarê ji aliyê Navenda Rêxistinên Jinan ve panelek ji bo Dadwer Burhan Ehmed û Çalakvan Nîgar Reşîd hat lidarxistin.
Di destpêka panelê de Dadwer Bruhan Ehmed axivî û da zanîn, “Mirov ne firiştine ku xeletî nekin. Divê wekhev temaşeyî hevûdû bikîn. Madem mirovîn xeletî dikîn. Yanî divê wek mirov nêzî hevûdû bibîn. Hinek car mirov divê çavê xwe ji xeletiyan re bigre û bi giftûgoyê pirsgirêkan çareser bike. Nabe zilam ji ber hevjîna wî xeletiyek kir êrişê wê bike, lêxe û şidetê li beramber bike.”
Di panelê de Çalakvana mafê jinan Nîgar Reşîd jî diyar kir diyardeya şidetê li nava civakê de zêde bûye û got: “Her ku diçe bîlançoya şidetê zêde dibe. Lê cihê keyfxweşiyê ye ji ber hebûna navend û rêxistinên jinan hewla hişyarkirin û nehiştina şidetê tê kirin. Divê em bi pirsin, çima şidet tê kirin, çi were kirin ku şidet kêm bibe?”
Nîgar Reşîd got ku mixabin di nava civakê de maf bi jinê nayê dayîn, rêz li îradeya jinê nayê girtin û nikarin biryara xwe bi xwe bidin. Nîgar got, di ser van hemû bê mafiyan re jî şidet li beramber jinê tê kirin û dibe qurbanî.
Piştre beşdarvanên panelê jî têbînî û nêrînên xwe li ser mijarê anîn ziman.
(kş)