Li Kerkûk û Ranya bi wesîleya 8’ê Adarê gul hatin belavkirin

Yekşem, 8 Mar 2020 – 18:06  KERKÛK-RANYA/ROJNEWS

Li Kerkûk û Ranya bi wesîleya 8’ê Adarê gul hatin belavkirin

Endamên RJAK’ê li Kerkuk û navçeya Ranya ya Silêmaniyê 8’ê Adarê li jinan pîroz kirin û gul li wan belavkirin.


https://youtu.be/9U3AlRIEq7I”>

Pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Başûrê Kurdistan bi aktîvîte û çalakiyên dewlemend bi coş didomin. Endamên RJAK’ê li Kerkuk û navçeya Ranya ya Silêmaniyê 8’ê Adarê li jinan pîroz kirin û gul li wan belavkirin.

Endama Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) Sumeye Celîl li kolanên Kerkûkê dema bi wesîleya 8’ê Adarê gul li jinan belav dikir, têkildarî mijarê ku ji saziyên ragihandinê re axivî, behsa dîrok û maneya Roja Jinên Kedkar a Cîhanê kir û diyar kir dê têkoşîna jinan a ji bo mafên xwe bidomînin.

Her wiha li navçeya Ranya ya girêdayî parêzgeha Silêmanî jî bi heman mebestê di pêşengiya RJAK’ê de gul li jinan hatin belavkirin.

Endama RJAK’ê Esmer Resul a li vir daxuyaniyek da, 8’ê Adarê li jinên li hember zilmê têdikoşin pîroz kir û got, “Ji bo mafên xwe û garantîkirina jiyana azad em xebat û têkoşîna xwe didomînin.”

(yş)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist