Li Kerkûkê bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî hate dayîn

Yekşem, 8 Mar 2020 – 13:01  KERKÛK / ROJNEWS

Li Kerkûkê bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî hate dayîn

 Li Kerkûkê rêxistinên civakî yên jinan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê daxuyanî dan. Li gorî daxuyaniyê li Kerkûkê di salekê de li dijî jinan 1905 bûyerên şîdetê pêk hatine.


Li Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê rêxistinên jinan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê Aktîvîsta Jin Hena Şikûr ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;”Îsal 8’ê Adarê di demekê de tê kirin ku welatê me ji bo guhertinên reformên ji bo dadperwerî, civakî, wekhevî û jiyanek serfirazî di rewşek neguncav de ye. Raperîna gelê Iraqê dengê nerazîbûna gel bû.

Di vê rewşê de jinan erkek giran girtîne li ser milê xwe. Di nerazîbûnên Iraqê rolek wan a girîng heye. Silavên me li keç û jinên welat re heye. Bêguman hewldanên we şoreşe, ji bo avakirina welatekî welatî têde wekhev û azad bijîn û rêz li mafên mirovan were girtin.”

https://youtu.be/RsRtJCIg8wA”>

Di daxuyaniyê de ev xal tên rêzkirin;

-Ji bo avakirina saziyek jinên kêrhatî karkirin ku saziyek yekgirtî û serbixwe be.

-Ji bo biryara yasaya şîdeta li dijî jinê lez were kirin.

-Ji bo jinên ji ber şîdetê reviyane cihên taybet werin peyda kirin.

-Ji bo têkoşîna dijî şîdeta li hemberî jinan û sedema xwekuştinê plan were danîn.

-Bi riya dayîna kirêdiyê rewşa jiyana jinan were başkirin.

Piştre Berpirsa Şaxê Komeleya Hîvaya Iraqê ya Kerkûkê Sirud Ehmed bîlançoya şîdeta li dijî jinan eşkere kir. Li gorî bîlançoyê di sala salekê de li Kerkûkê 1905 bûyerên şîdeta li dijî jinan hatine tomarkirin.

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist