Li Kerkûkê panelek li ser rêyên pêşîlêgirtina şideta li hemberî jinê hat lidarxistin.
Di saetên piştî nîvro de di çarçoveya pêngava 16 rojî ya çalakiyên li dijî şideta li ser jinê de li Kerkûkê bi amadebûna gelek çalakvanên mafên jinan û nûnerên fermandariya polîsên Kerkûkê panelek hat li darxistin. Di panelê de li ser rêyên pêşîlêgirtina şideta li ser jinê nîqaş hatin kirin.
Derbarê panelê de Çalakvan û Seroka Şaxê Kerkûk a Rêkxirawa Emelî Iraqî Sirud Ehmed ji Rojnews re axivî û got, “Me di panelê de zêdetir li ser cûrên şidetê, her wiha tevlîbûna jinan a di hemû astan de û derfetên li ber destê jinan hene ji bo bikarin kar bikin, axivî.”
Yek ji beşdarvanên din ên panelê Çalakvan Nîştiman Fetah jî axivî û got, “Çalakiyên bi vî rengî bê guman bandora xwe li ser kêmkirina şidetê hene. Ji ber di çalakiyên wiha de îşaret bi diyardeya şideta li dijî jinan dike. Ji bilî wê jî pêngav û çalakiyên ji bo hişyarkirina gel a di derbarê kêmkirina şidetê de bandora xwe hene.”
Nûnera Fermandariya Polîsên Kerkûkê Fatîme Wehîd jî diyarkir ew li dijî hemû cûre şideta li ser jinê ne û got, “Mafê jinan heye di hemû waran de azad bin. Em ê rê nedin şidet li dijî jinê pêkwere.”
(kş)