کوردی
العربية
Arşîv
Dişem, Rêbendan 18, 2021
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Li Mexmûrê Rojnameger Denîz Firat hat bibîranîn

  ROJNEWS- MEXMUR
08/08/2020 - 9:58:48 am
in JIN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Rojnameger Denîz Firat di 6’emîn salvegera şehadeta xwe de li cihê ku lê şehîd bibû bi merasîmekê hat bibîranîn.

MEXMÛR/ROJNEWS

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Rojnameger Denîz Firat di 6’emîn salvegera şehadeta xwe de li cihê ku lê şehîd bibû hat bi bîranîn. Hevpîşeyên wê tevlî merasîma bîranînê bûn. Merasîm ji aliyê endamên çapemeniyê ve hate organîzekirin.  Di destpêka merasîmê de, di kesayeta Şehîd Denîz Firat de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê jinbava Şehîd Denîz Firat Sultan Yildiztan û li ser navê çapemeniyê jî Fîlîz Budak axivîn.

Sultan Yildiztan bal kişand li ser hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û şehadeta Şehîd Denîz û got: “Denîz Firat ji aliyê çeteyên hov ên DAIŞ’ê ve li vir di 8’ê Tebaxê de tê şehîd xistin. Her çiqas cenazeyê wê ne li vêderê ye lê em her sal ji bo bîranîna Şehîd Denîz tên vî cihî û wê bi bîrtînîn. Piştî şehîdbûna Denîzê me li vêderê zeytûnek çandiye, her çiqas cihekî dêmî û çole jî lê hîn jî şîne û hişk nebûye. Wek tê gotin ‘Dara ku bi xwîna şehîdan tê avdan ti caran hişk nabe û her tim şîne.’ Di kesayeta Şehîd Denîz Firat de hemû şehîdên Çapemeniya azad bi bîrtînim û bejna xwe li ber wan di tewînim.”

Li ser navê çapemeniyê Fîlîz Budak jî di destpêka axafitina xwe de, di kesayeta Şehîd Denîz Firat de, hemû Şehîdên çapemeniya azad û şehîdên berxwedana Mexmûrê bi bîranî û wiha domand: “Beriya niha 6 salan ango di 8’ê Tebaxa 2014’an de di berxwedana parastina gelê Mexmûrê de gelek kes şehîd ketin, yek ji wan jî Denîz Firat e.  Denîz Firat ji bo ku bikare şerê li vêderê tê meşandin û berxwedaniya ku di vê çolê de li ber şert û mercên xwezayê û di heman demê de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk a ku di hat meşandin ji bo bikare rastî û berxwedana vêderê bi raya giştî re bide parvekirin dibe hedefa çeteyên DAIŞ’ê û tê şehîdxistin. Şehîd Denîz di wan sê rojên şerê li ser Wargeha Mexmûr dihat meşandin de hewil da rastiya heyî kêlî bi kêlî ji raya giştî re ragihîne.”

Budak di dawiya axafitina xwe de bi bîrxist ku ew şehîdên xwe bi minetdarî bi bîrtînin  û heta jiyan bikin wê li pey şopa şehîdên xwe bin.

 

1 y 6
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

 

(ab-ah/rn)

 

Nûçeya berê

Li Kerkûkê 2 ciwanan dawî li jiyana xwe anîn

Nûçeya pişt re

Serokwezîrê Iraqê 20’ê Tebaxê diçe Emerîkayê

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

rojnews

Jinek ciwan dawî li jiyana xwe anî

Rêbendan 18, 2021
Du dadwerên jin hatin kuştin

Du dadwerên jin hatin kuştin

Rêbendan 17, 2021

‘Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinan gihîşte qonaxa îro’

Jinên Rojhilat piştgirî dan Kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’

Jinan banga azadkirina çalakvanên Behdînanê kirin

Wê Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer 3. konferansa xwe li dar bixe

Nûçeya pişt re
Serokwezîrê Iraqê 20’ê Tebaxê diçe Emerîkayê

Serokwezîrê Iraqê 20’ê Tebaxê diçe Emerîkayê

Yên Li Pêş

karkerên mexmûrê ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dayîn

Wesayîta karkerên Mexmûrê qeza kir: 4 karkeran jiyana xwe ji dest dan- Hate Nûkirin

Rêbendan 17, 2021

Wesayîta karkerên wargeha penaberan a Mexmûrê ku ber bi Bexdayê ve diçû, qeza kir. Di encama qezayê de 4 karkerên...

Her çar ciwanên Mexmûrê hatin oxirkirin

Her çar ciwanên Mexmûrê hatin oxirkirin

Rêbendan 17, 2021

Her çar ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cudî yên bi navê Hogir, Denîz, Cîhad û Mehmûd ku di saetên sibehê de...

Dagirkeran li herdu aliyên Heftanîn 814 donim daristan tune kiriye

Dagirkeran li herdu aliyên Heftanîn 814 donim daristan tune kiriye

Rêbendan 17, 2021

BÊRÎVAN ELÎ /ZAXO Dewleta Tirk a dagirker li sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê, dibin navê çêkirina rê û baregehên leşkerî...

Ji dengê Metîn Adugît strana “Rebenim”

Ji dengê Metîn Adugît strana “Rebenim”

Rêbendan 18, 2021

Metîn Adugît ku ji ber zordariya dewleta Tirk koçî wargeha Maxmûrê kiribû û di zindana Asayîşa Hewlêrê de jiyana xwe...

Metîn Adugît 2 meh berê li Asayîşa Hewlêrê jiyana xwe ji dest daye

Metîn Adugît 2 meh berê li Asayîşa Hewlêrê jiyana xwe ji dest daye

Rêbendan 18, 2021

Derket holê ku Metîn Adugît ê di zindana Asayîşa Hewlêrê de jiyana xwe ji dest dayî, 4 roj piştî hatiye...

Berxwedana Şengaliyan didome: Kesên ku îradeya me nasneke em ê jî wan nas nekin

Berxwedana Şengaliyan didome: Kesên ku îradeya me nasneke em ê jî wan nas nekin

Rêbendan 17, 2021

Çalakiya xelkê Şengalê bi armanca piştgirîdana Asayîşa Êzîdxanê dayî destpêkirin, di roja xwe ya 47’ Emîn de berdewam dike. Çalakvan...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist