Li Pişder keçek 16 salî dawî li jiyana xwe anî

Rêveberiya Polîsên Pişder di daxuyaniyek de ragihand di saetên êvarê de li gundê Jarewe yê bajaroka Pişder keçek temen 16 salî bi çekê dawî li jiyana xwe anî.


Rêveberiya Polîsên Pişder di daxuyaniyek de ragihand vê êvarê di saet 17:15’an de keçek temen 16 salî a bi navê (S.H.R) bi birîndarî gihandin Nexweşxaneya Giştî ya Qeladizê. Di daxuyaniyê de hate gotin li ser bedena wê cihê guleyê hebû, piştî gihandin nexweşxaneyê jiyana xwe ji destda. Hate gotin bûyer xwekujiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin sedemê bûyerê nayê zanîn, kesûkarên wê jî diyarkirine ti pirsgirêkek a wê nebû. Her wiha hate diyarkirin di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

(şk)