Li Qendîlê pîrozbahiya 8’ê Adarê destpê kir

În, 6 Mar 2020 – 14:13  QENDÎL/ROJNEWS

Li Qendîlê pîrozbahiya 8’ê Adarê destpê kir

Li Binarê Qendîlê bi dirûşmeya ‘Têkoşîna jinan xwebûne, berxwedane û jiyane’ pîrozbahiya 8’ê Adarê destpêkir. Bi sedan kes bi cil û bergên Kurdî tevlî şahiyê bûn.


Bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) û Rêxistina Niwêger, li gundê Derekotir a Binarê Qendîlê, bi dirûşemeya ‘Têkoşîna jinan xwebûne, berxwedane û jiyane’ şahiya 8’ê Adarê roja jinên kedkar ên cîhanê destpêkir.

Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hatin xemilandin. Bi sedan welatî bi cil û bergên Kurdî ji bajarên Silêmanî, Hewlêr, Dihokê, Germiyan û navçeyên din yên Başûrê Kurdistanê tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn.

Hunermend Denîz Deman, Rojgar, Koma Muzîkê ya Destîna Qendîl û Koma şehîd Serhed wê bi stranên xwe tevlî şahiyê bibin. Şahî di van kêliyan de destpêkiriye û tê payîn heya danê êvarî dewam bike.

 

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist