Li navçeya Ranya ya navenda îdareya Raperînê bi navnîşana, ‘Dijî dagirkerî û xiyanetê Jin, Jiyan, Azadî’ semînerek hate dayîn.
Li navçeya Ranya ya navenda îdareya Raperînê bi navnîşana, ‘Dijî dagirkerî û xiyanetê Jin, Jiyan, Azadî’ Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Li Ser Jinê semînerek têkildarî şîdeta li ser jinê organîze kir.
Semînerê bi deqeyek rêzgirina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Çalakvana Mafê Jinan Şadî Semed axivî û got: “Di hemû şoreş û berxwedana li dijî dijmin û dagirkeriyê de jinan rolek bi bandor lîstîne. Divê bi ruhê şoreşgerî li hembeî her curê şîdet û zextên li ser me rawestîn. Di berxwedana Rojavayê Kurdistanê jin pêşeng bûn, niha di serhildana Rojhilatê Kurdistanê de careke din jin pêşengên serhildanê ne. Divê jin hişyar bin. Yekgirtî û xwedî yek helwestê bin, da ku bikarin li hemberî hemû şîdet û zextên li ser jinan rawestîn.”
(ab)