Li Rewanduz jinek temen 75 salî di mala xwe de kuştî hate dîtin

Li bajarokê Rewanduz ê ser bi parêzgeha Hewlêrê jinek temen 75 salî di mala xwe de mirî hate dîtin. Rêveberiya Polîsên Rewandizê jî got; "Jina 75 salî hatiye kuştin û derbe li serûçavê wê ketiye."


Piştî nîvro li bajarokê Rewanduz a ser bi parêzgeha Hewlêrê cenazeyê jinek temen 75 salî dimala wê de hate dîtin.

Têkildarî bûyerê Rêveberiya Polîsên Rewanduzê daxuyaniyek dan, di daxuyaniyê de hate gotin," piştî saetên nîvro  em ji bûyerê hatin agahdarkirin, polîs gihiştin cihê bûyerê û cenazeyê jinek temen 75 salî di mala wê de hate dîtin."

Herwiha di daxuyaniyê de  hate ragihandin ku li gorî encama lêkolînên destpêkê derketiye holê ku jina temen 75 salî hatiye kuştin û serûçavê wê derb xwariye. Herwiha hate destnîşankirin ku ji bo lêkolînê cenaze şandine Tiba Edlî ya Hewlêrê.

(şk)