Li Rojhilatê Kurdistanê jinek  ciwan dawî li jiyana xwe anî

Duşem, 28 Gelawêj 2017 – 15:07 

Li Rojhilatê Kurdistanê jinek  ciwan dawî li jiyana xwe anî

Li bajarê Bane yê ser bi Parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, jinek ciwan a temen 18 salî xwe bi darve kir û dawî li jiyana xwe anî.


NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarî li taxa Emaknî ya bajarê Bane jina ciwan a bi navê Dilsoz Selîmî ya 18 salî dawî li jiyana xwe anî.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê malbata wê hatî belav kirin, Dilsoz nexweşiya Telasemî heye û berî niha ji malbatê diyar kiri bû ku êdî nikare bi wê nexweşiyê bijî.

Tê payîn ku sedema xwekuştina Dilsoz Selîmî nexweşiya wê be. Lê heya niha sedema nexweşiya wê nehatiye zanîn.

Hêjayî gotinê ye ku tenê di Havîna îsal de li Rojhilatê Kurdistanê ji 30’an zêdetir kesên di navbera temenê 17 heya 35 salî de xwe kuştine.

(rn)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist