Li Şarezûr jinek şewitî  

Li navçeya Şarezûr a ser bi parêzgeha Silêmanî jinek bi rêjeya ji sedî 100 şewitî û ew rakirin nexweşxaneya Beşa Lezgîn a Silêmanî.


Îro li navçeya Şarezûr a ser bi parêzgeha Silêmanî jinek bi navê (Ş) temen 33 salî şewitî, jina şewitî rakirin nexweşxaneya Şehîd Reûf Beg a li Şarezûr. Ji ber rêjeya zêde ya şewatê hate veguhestin ji bo Nexweşxana Beşa Lezgîn a Silêmanî.

Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, rêjeya şewatê ji sedî 100 bû, Li gorî Berpirsê Ragihandinê yê Nexweşxaneya Şehîd Reuf Beg Kemal Ehmed diyar kirî, kesûkarên wê jinê diyarkirine ‘dema ku xwestiye nan çêke ji ber xazê şewitiye.’ Lê ji ber rêjeya zêde ya şewatê guman hene ku ji ber sedemek cûda ew jin şewitî be.

Li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Jinan ya Herêma Kurdistanê, di nava  şeş mehên despêkê yên îsal de 99 jin şewitîne û 58 jin jî xwe şewitandine. Lê rêveberiyê eşkere nekiriye çend jin ji aliyê kesên din ve hatine şewitandin.

(şk)