Yekşem, 8 Mar 2020 – 15:10 ROJNEWS/ŞENGAL
Li Şengalê pîrozbahiya 8’ê Adarê destpê kir
Li bajaroka Sinûnê a Şengalê 8’ê Adarê Roja Jinan ya cîhanê ji aliyê bi sedan kesî de tê pîrozkirin.
Pîrozbahiya îsal ya 8’ê Adarê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de hatiye rêxistin kirin. Pîrozbahî li ber dibistana amadeyî a Sinûnê bi tevlîbûna bi sedan kesan tevî nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Di pîrozbahiyê de wê li ser navê TAJÊ, Fermandariya YJŞ’ê û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê axaftin bên kirin û peyamên saziyan wê werin xwendin. Her wiha di pîrozbahiyê de wê hunermend stran bibêjin û şano werin pêşkêşkirin.
(xb)