În, 24 Jan 2020 – 20:09 NAVENDA NÛÇEYAN
Li Serêkaniyê 2 jin hatin qetilkirin
Li Serêkaniyê çeteyên Ahrar El Şarqiye yên dewleta Tirk a dagirker du jin ku ji malên xwe derneketin qetil kirin.
Li gorî ajansa ANF’ê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên xwecihî girtine, çeteyên Ahrar El Şarqiye yên dewleta Tirk a dagirker, îro danê nîvro çûn li malekî yê gundê Rawiyê û xwestin malê vale bikin.
Çeteyên dagirker Xedîce Ehmed Elmûsa ya 45 salî û Cemîla Ehmed a 30 salî ku ji mala xwe dernetin, xwestin bi zorê derbixin lê jinan li ber xwe da li ser vê çeteyan herdu jin qetil kirin.
(ab)