Li Silêmaniyê 17’emîn salvegara damezirandina Kongreya Star hate pîrozkirin.
Li Silêmaniyê 17’emîn salvegara damezirandina Kongreya Star bi merasîmekê hate pîrozkirin. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên jin destpê kir. Welatiyên ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî bûn.
Di destpêka şahiyê de Lîman Şewîş axivî û got: “Ev tevahiya şehîdên jin bi bîr tînin û berxwedana wan silav dikin. Soz dikin ku riya wan a li dijî dagirkeriyê li tevahiya Kurdistanê berdewam bikin. Divê jin hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin û xwedî li mafên xwe derkevin.”
Di şahiyê de sînevîzyona têkildarî 17 salên têkoşîn û xebatên Kongreya Star hate pêşandan. Herwiha gelek stranên şoreşgerî û folklorî yên bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Kelhorî hatin gortin.
Merasîm bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.
(ab)