Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jin û nava malê ya navçeya Soran ragihand ku îsal 311 buyerên şîdetê yên nava malê hatine qeydkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku ji 32 giliyan 27 kesên tometbar hatine binçavkirin ku piranî gilî li ser buyerên destdirêjiyê bûn.
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jin û nava malê ya navçeya Soran, Şêrwan Xalid di derbarê asta şîdeta li ser jinê û nava malê de ji Rojnews’ê re axivî.
Şêrwan Xalid destnîşan kir ku ji serê sala 2022’yan ve, li herêma Soran 2 buyerên kuştin, 4 buyerên şewitînê, 5 buyerên xwe şewitandinê 8 buyerên destdirêjiya li ser jinê hatine qeydkirin û got: “Buyer tên guhertin, lê piraniya sedema wan ji ber di medyayên civakî de nebûna sansûra li ser hesaban û zû dizîna hesaban e.”
Şêrwan Xalid diyar kir ku ji serê salê ve bi giştî 311 gilî hatine qeydkirin, lê rêjeya giştî ya gilî û şîdetê li gorî sala borî kêm bûye ku ji 32 tometbaran 27 kes hatine binçavkirin.

(fk)