Li navçeya Xaneqîn a ser bi Diyale jinek bi hilawistinê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê rakirin Tiba Edlî.
Li navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Dilaye, jinek 26 salî ya dayika 2 zarokan di mala xwe de bi hilawistinê jiyana xwe ji dest da. Tê îdiakirin ku wê bi xwe dawî li jiyana xwe aniye.
Çavkaniyekê ji Nexweşxaneya Xaneqînê ji Rojnews’ê re diyar kir ku cenaze di serî de rakirin Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Giştî ya Xaneqînê û piştre birin Tiba Edlî. Li gorî heman çavkaniyê sedema bûyerê nayê zanîn.
Di nava 24 saetan de li navçeya Xaneqînê ev bûyera duyemîne ku bi riya hilawistinê bûyerên mirinê çêdibin.
(ab)