Meclîsa Îştar cejna Cema pîroz kir

Meclîsa Îştar a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Cejna Cema ku wekî Heca Êzidiyan tê zanîn û her sal di navbera 6 û 13’yê cotmehê de li wargeha pîroz Laleşê tê pîrozkirin, li tevahiya Êzidiyan pîroz kir. 


Meclîsa Îştar a Mexmûrê bi minasebeta Cejna Cema ya Êzidiyan peyamek pîrozbahiyê belav kir. Di daxuyaniyê de Cejna Cema li hemû gelê Êzidî hat pîrozkirin û wiha hat gotin: “Gelê Êzidî xwedî çandek dewlemed e, lê hêzên destihidar û xwînxar dixwazin vê çanda dîrokî tune bikin. Gelê me yê Êzidî di gelek ferman û komkujiyan re derbas bûye, êş û azarên mezin kişandine. Lê di şert û mercên herî zor de çanda xwe parastiye. Di fermana 73’yan a 3 Tebaxa 2014’an de bi hezaran jin, zarok,pîr û kal hatin qetilkirin. Hinekan ji bo ku bi saxî nekevin destê DAIŞ’ê, xwe di zinaran de avêtin, bi hezaran jî ketin destê çeteyan.Dema mirov li çavê jin û zarokên Şengalê dinêre, dibîne ka vî gelî çiqas zehmetî kişandine. Lê piştî fermana 73’yan jina Êzidi xwe di hemu aliyan de birêxistin kir û di demek kinde parastina civak û nirxên ku bi destê jinê hatine avakirin kiriye. Ev yek ji bo hemu jinên cihanê minaka ber bi çave ku çawa ji zehmetiyan xweşî dane avakirin. Jina Êzidî îro gihîştiye wê astê ku dikare tola xwe hilîne û li her deverê tekoşîn bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de careke din Cejna Cema hat pîrozkirin û hêvî hat kirin ku hemu rojên Êzidiyan wekî cejna bi kêfxweşî derbas bibin.