Seroka Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov a Herêma Kurdistanê Muna Yaqu da zanîn zewaca di temenê biçûk de ji bo hemû pêkhateyên civakê bûye pirsgirêk, divê tev bi hevre ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bixebitin.
Tevî lihevkirinên navdewletî û danezana mafên mirov a cîhanî ku daxwaza qedexekirina zewaca di temenê biçûk de tê kirin, lê bîlanço wê yekê nîşan didin ku rêjeya zewaca di temenê biçûk de li Iraq û Herêma Kurdistanê bi awayek berbiçav zêde bûye.
Seroka Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov a Herêma Kurdistanê Muna Yaqu, di derbarê tedbîrên wan ên ji bo pêşîlêgirtina zewaca di temenê biçûk de ji Rojnews re axivî.
Muna Yaqu da zanîn di hemû lihevkirinên navdewletî û danezana mafên mirov de daxwaza qedexekirina zewaca di temenê biçûk de tê kirin û got, “Jinên ciwan pêwîste dema xwe temam bikin, xwendina xwe temam bikin, aliyê derûnî, zanistî û civakî bi pêşkeve, bibin xwedî aboriyek serbixwe û nû fikra zewacê bikin.”
Seroka Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov a Herêma Kurdistanê Muna Yaqu sedemê zêdebûna diyardeya zewaca di temenê biçûk de bi perweredeya xelet a malbatê ya ji bo zarok tê dayîn ve girêda û got; “Zewaca di temenê biçûk de ji bo hemû civakê pirsgirêke. Ji ber ku dibe malbat wisan zarokên xwe yên keç perwerde dikin û pal didin ku di temenê biçûk de bizewicin. Yan jî egera wê yekê heye ku jinên ciwan ji bo derbazbûna ji zextên aborî û rewşa xirab a darayî vê rêyê hilbijêrin. Her yek ji ber zext û sedemek cûda vê biryarê didin.”
Di dewamê de Muna Yaqu da zanîn di sala 2010’an de li dibistanan waneyek bi navê mafê mirov hebû, lê niha wek pêwîst giringî bi vê waneyê nayê dayîn û ber bi tinebûnê ve diçe. Muna got, ev yek dibe sedem ku ciwan haydarê maf û erkên xwe nemînin.
Muna Yaqu got ku pêwîste mamosta bi xwe di derbarê mafên mirov de werin perwerdekirin daku bikarin bi xwe vê mijarê ji xwendekaran re şirove bikin. Muna got, ger mamosta bi xwe li ser mijarê ne şiyar be, wê nikaribe wek pêwîst xwendekaran jî derbarê maf û erkên wan de şiyar bike.
Têkildarî tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina zewaca di temenê biçûk de jî Muna Yaqu got: “Pêwîste civak bi giştî û jin bi taybetî di derbarê erk û mafên xwe de şiyar be. Daku bikarin di dema derketina pirsgirêkên demkî de rêyek hilbijêrin ku di civaka Kurd de serî li wan rêyan dayîn ta radeyek zehmete û pirsgirêkên mezintir li pey xwe de tînin. Her wiha pêwîste em tev bi hevre ji bo çareserkirina vê pirsgirêka ku ji bo tevayî civakê bûye pirsgirêk bixebitîn.”
Roja 9’ê Hezîrana 2022’an Netewên Yekbûyî bi daxuyaniyek eşkere kir ku di sala 2021’an de li Iraqê zewaca di temenê biçûk de gihiştiye rêjeya ji sedî 25.5 û li Herêma Kurdistanê jî gihiştiye ji sedî 22.6’an.
Her wiha Netewên Yekbûyî eşkere dike di nava 10 salên derbazbûyî de zewaca di temenê biçûk de bi awayek metirsîdar zêde bûye.
(kş)