کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Şemî, Rêbendan 28, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

PAJK: Bi PKK’ê re jin bû jiyan, jiyan jî bû têkoşîn

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
27/11/2022 - 10:38:09 am
in JIN
0 0
A A
PAJK: Bi PKK’ê re jin bû jiyan, jiyan jî bû têkoşîn
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

PAJK’ê salvegera 44’an a damezrandina PKK’ê pîroz kir û destnîşan kir ku jin, ciwan û gelê Kurd wê di sala 45’an de jî bi biryardarî li dijî planên qirkirinê û faşîzma AKP-MHP’ê têbikoşin.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya salvegera 44’an a damezrandina PKK’ê bi sernavê “PKK partiya şehîdan e, vejîna jinê û gelên bindest e” daxuyaniyek li ser malpera xwe ya înternetê weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Roja 27’ê Mijdarê salvegera 45’an a PKK’ê, vejîna neteweyî, roja afirandina nasnameya jina azad, roja jinûve nirxên mirovahiyê bi wate bûn, di serî de li hevrêyên jin û gelên azadîxwez Rêber Apo pîroz dikin. Li jinên têkoşer, ciwanên şoreşger, gelê me yê welatparêz, dostên gelê me û hêzên demokratîk pîroz dikin. Şehîdên me yên bi ked, îrade, bawerî, hêvî û têkoşîna azadiyê di her kêliya berxwedana 44 salan de bûn hîmê bingehîn ên afirandina jiyana nû, rê li ber şoreşa zihnî vekirin û bi partîbûna jin şoreşa mirovahiyê misoger kirin bi heskirin, rêz û minetdarî bibîrtînin.”

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê wiha dewam kir:

“Felsefeya jiyana azad a PKK’ê, bi hevrêtiya dîrokî ya Heqî Karar, Sara û bi hezaran şehîdan di xeta Rêbertiyê de bi jiyanî bû. Em bi vê bîr, bawerî û heqîqeta mezin a şehîdan dikevin sala 45’emîn ya partiyê PKK’ê. Em bi bilindkirina têkoşîna jinê û mezinkirina partiya azadiya jinên Kurdistanê PAJK’ê, damezrandina PKK’ê pîroz dikin.

Beriya niha bi 44 salan li Kurdistanê, li ser navê nasnameya Kurd, îradeya jina azad, ziman û nasnameya gelekî ku di dîroka mirovahiyê de nirxên mezin afirandiye nîşaneyên wê nema bûn. Li şûna bîra mirovê azad, hişmendiya dewletê ya mêtîngeh û qirker xwe serwer kiribû. Di rastiya jinê de civak û di rastiya civakê de jin bi zihniyet û bîrdoziya dewlet-netewe ji aliyê ruh û fikir de hatibû parçe parçekirin. Li şûna jiyaneke azad-wekhev hişmendiya zayendperest û olperest xwe di hemû şaneyên jiyanê de belav kiribû. Ev hişmendî, bi rola kujer radibû. Civakek li ber qirkirina çandî û fîzîkî bû. Ji derveyî wateya jiyaneke ku tenê roja xwe xilaskirinê, wateyekî din nedihat behskirin. Çawa ku cîhana mêr xwe li tevahî dinyayê berbelav û serwer kiribû li Kurdistanê jî, heman rewş bi awayekî girantir û paşverû di şexsê jin û civakê de dihate jiyankirin.

‘Bi PKK’ê re jin bû jiyan, jiyan jî bû têkoşîn’

Rêber Apo di demeke wiha ya jin-civak ber bi serberjêriyê ve diçû derket, bi avakirina PKK’ê re hemû rastiyên di zihniyeta civakê de hatibûn çêkirin serû binî kirin. PKK’ê beriya her tiştî bi felsefeya jiyana nû jina kole, zilamê desthilatdar û civaka bê tekoşîn da kuştin. PKK’ê hevrêtiya mezin û dîrokî di navbera jin û mêr de afirand. PKK’ê şîfreya malbat û civaka ku jin û zilamê wê kole bûyî ji hev derxistin, bi dahûrandin û hesap pirsînekî dîrokî ya ji pergala serdest, civakbûyîn ber bi derketinekî mezin ve bir.  Bi derketina PKK’ê re jin bû jiyan û jiyan bû tekoşîn.

Felsefeya “Jin, Jiyan Azadî” li ser vê heqîqeta PKK’ê şênber bû. Di tekoşîna 44 salan ya kêlî bi kêlî li ser vê felsefeyê hate afirandin de jinên Kurd, pêkhateyên ji ol, bawerî û çandên gelên din li Kurdistanê jiyan dikirin derketina PKK’ê ji bo xwe xilasiya ji zilmê û pergalên serdest dîtin. Vê rastiyê PKK’ê însanî di PKK’ê de karekterê, sosyalîst, demokratîk û gerdûnîbûnê pêşxist. Li ser vî esasî PKK’ê ji temsîlkirina îradeya gelekî wêdatir bû partiya jiyana nû ji tevahî jinan û gelan re.

Partîbûna jinên Kurd, artêşbûn û miltîtaniya jin a şoreşgerî PKK’ê de li ser hîmê kerektera jina serhildêr û berxwedanvan Sarayê xwe bi ruh û beden kir. Têkoşîna 44 salan a PKK’ê, milîtanî û şoreşgeriya jin çanda têkoşînê, şerê xwe parastina cewherî û çanda berxwedanê di civaka Kurd de afirand. Rêber Apo bi derxistina hêz, îrade, cesaret û baweriya jinê rêxistinbûna xweser li ser hîmê bîrdoziya rizgariya jinê pêşxist. Di her saleke têkoşînê ya PKK’ê de jinê, gaveke pêştir, derketineke nû ji bo siberoja xwe ya azad û mirovahiyê avêt. Meşa azadiyê ya ku li hemberî tevahî êrişan sekinî, şoreşgera mezin hevrê Sara di pirtûka xwe de nav lê kir ‘Jiyana Min Her Şer Bû’ ev bi temamî rastî û heqîqeta têkoşîna jina Kurd îfade dikir. Rêbertiya me ji bo meşa azadiyê ya heval Sara got ‘Jiyana Sara Têkoşîna Jinê ye.’ Heval Sara bi sekna radîkal, di azadiyê de bi îsrar, bi hêvî û xeyalên xwe ve girêdayî ji bo jinên Kurd, Rojhilata Navîn û Cîhanê rolekî pêşengiyê lîst. Bi pêşengiya xwe ji bo tevgera azadiya jinê destketiyên dîrokî derxistin holê.

Mezinbûna hevrê Sara, ji xwe razandina xeta partiyê, girêdana Rêbertiyê û pêkanîna hêvî û erkên şehîdan bingeha xwe digirt. Di roja îro de li ser xeta Sarayan, jinên Kurd bi bilindkirina pîvanên milîtanî û şoreşgeriya jinê li her çar parçê Kurdistanê, xwe bi rêxistin kiriye. Milîtanên xeta Sara bi gerîlatiya serdemê, îro bi ruhê fedaî û biryardariya berxwedana 44’an ya PKK’ê li Zap, Avaşîn û Metînayê, li hemberî desthilata faşîst a AKP-MHP’ê û li hemberî îxaneta PDK’ê şerê azadiyê didin.

Rêber Apo bi avakirina PKK’ê re jina azad a bi hêza xwe, bi rêxistin û partîbûna xwe tolê ji pergala serdest ya mêr-dewletê hilîne afirand. Hêzên serdest û pergala kapîtalîst li dijî vê heqîqeta mezin a Rêber Apo sekinînin. Komplo li ser Rêbertiya me pêşxistin. Xwestin bi komployê di şexsê Rêbertiyê de, tolê ji jin û civaka ber bi azadiya xwe ve ketiye rê bistînin. PKK’ê di 44 salan a derketinê de ji ber tekoşîna xwe ya ji bo azadiya jin û civakê her tim bi êrişên dagirkerî û planên qirker re rû berû ma ye. Di bingeha van êrişên pêşdikevin de timî Rêbertiya me, xeta azadiya jinê û tekoşîna wê hatiye hedef kirin. Pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê pêşxistin û tecrîda girankirî ya ku ev 25 sale li dijî Rêber Apo didomînin ji hêrs û qehra wan tê. Wekî jinên Kurd, têkoşîna me ya ku bi taybet 25 sale li dijî komplogeran tê meşandin, rêbaza mezinkirina têkoşînê û bilindkirina berxwedanê, xwe dispêre ruhê têkoşîna 44 salan ya şehîdên me, têkoşîna Sarayan û berxwedana Rêber Apo ya 50 salî.

Em di sala 50’emîn a meşa azadiyê ya Rêber Apo dikevin sala 45’an ya PKK’ê. Sala 44’an bi berxwedaneke destanî û dîrokî ya di pêşengiya gerîla de, bi têkoşîna jin, ciwan, gelê me û dostên gelê me ve li her çar parçeyê Kurdistanê û dervayî welat bû yek ji salên herî dijwar yên têkoşînê. Bi vê berxwedanê careke din derket holê, dewleta Tirk a qirker û faşîst bi hevkariya hêzên serdest çi êriş, plangerî pêşbixînin bila pêşbixin wê li hemberî îradeya PKK’ê di jina Kurd û gelê Kurd de pêş xistiye nikaribin bişkînin. Li pêşiya pêşketin û destkeftiyên ava kirine bi dek û dolabên xwe bi sernekevin. PKK’ê di cewherê xwe de ruhê jin-civaka azad temsîl dike. Em bi vê ruh, bîr û baweriyê dikevin sala 45’emîn ya ku wê bi tekoşînekî mezin û berxwedanekî dîrokî derbas bibe.

Di rasthatina salvegera 44’an ya PKK’ê de dewleta Tirk a qirker, êrişekî nû ya tasfiyekirinê li ser Bakûr-Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Ev êriş bi hemû hovîtî û rêbazên kirêt berdewam dike. Şoreşa Rojava, şoreşa jin û mirovahiyê ye. Şoreşa Rojava bi keda Rêber Apo ya 20 salan û paradîgma wî ya Netewa Demokratîk, bi ruhê tekoşîn û berxwedana PKK’ê ya 44 salan karîbû li ber hemû êrişan rabe û destketiyên xwe biparêze. Dewleta Tirk a dagirker û faşîst bi hevkariya hêzên serdest di serî de Rusya-Emerîka, bi van êrişên xweyî nû dixweze şoreşa jin û gelan tine bike. Destketiyên şoreşê bi xwîna hezaran şehîdan hatin bi dest xistin. Gelê me yê welatparêz berdêlên giran da û hîna jî dide. Wê gelê yê bi çanda berxwedanê têkoşiya dev ji axa xwe bernedê. Di serî de divê jin û ciwanên Kurd, gelê me û hemû aliyên dilsozên şoreşê ne bi ruhê seferberiyê, bi têkoşîna li ser xeta Rêber Apo bi tundî li dijî van êrişên qirker bisekinin, rêxistiniya xwe xurt bikin û berxwedanê mezin bikin.

‘Bîrdoziya PKK’ê azadiya mirovahiyê ye’

Bîrdoziya PKK’ê azadiya mirovahiyê ye. Têkoşîna PKK’ê li hemberî kapîtalîzmê xeta berxwedanê ye. Xeta PKK’ê sazkirina pêşeroja azadî û demokrasiya gelên Rojhilata Navîn e. Hebûna PKK’ê ruhê yekîtiya Neteweya Kurd e û di Rojhilata Navîn de hêza çareseriyê ye.

Wekî partiya azadiya jinên Kurdistanê PAJK’ê, em ê di sala 45’emîn de bi ruhê tekoşîn û berxwedana 44 salan bi ser erk û berpirsyarên xwe yên dîrokî ên li hemberî Rêbertiya azad, xeta şehîdan, jinên tekoşînvan û gelê me yê berxwedêr de biçin. Wê jin, ciwan û gelê me wekî di têkoşîna 44 salan de hemû plan û siyaseta qirker ya hikûmetên dewleta Tirk ya faşîst têk birine, di roja îro de jî bi têkoşîna sala 45’emîn a PKK’ê bi heman, biryardarî, îrade û israrê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bi ruhê Apoyî têbikoşin û li ber xwe bidin. Pîvana PKK’bûyînê, rêbaza wê ya têkoşînê û berxwedana ev e. Li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê wê siberoja azad, bi pêşengiya jinê û li ser hîmê pêşxistina jiyana azad teqez were misogerkirin.”

Nûçeya berê

Nêçîrvan Barzanî dubare serdana Bexdayê dike

Nûçeya pişt re

Serokwezîrê Iraqê dê serdana Îrane bike

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Lîstikvana sînemayê Haniye Tavaslî Festîvala Fîlman a li Tahranê boykot kir

Lîstikvana sînemayê Haniye Tavaslî Festîvala Fîlman a li Tahranê boykot kir

Rêbendan 27, 2023
‘Ji ber zihniyeta zilamsalarî, hebûna jinan ya di nava partiyan de şeklî ye’

‘Ji ber zihniyeta zilamsalarî, hebûna jinan ya di nava partiyan de şeklî ye’

Rêbendan 26, 2023

Cihê jinan a di nava serkirdayetî û rêveberiyê de

‘Beşek medyayê gelek caran dibe sedema şîdeta beramberî jinan’

Li Îranê 2 rojnamevanên din hatin girtin

Tevî zehmetiyên jiyanê, 44 salan di warê tendirustî de xizmet kiriye

Nûçeya pişt re
Serokwezîrê Iraqê dê serdana Îrane bike

Serokwezîrê Iraqê dê serdana Îrane bike

Yên Li Pêş

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî hate binçavkirin-Hate Nûkirin

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî hate binçavkirin-Hate Nûkirin

Rêbendan 27, 2023

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Selam Ebdula bê ku sedemek were nîşandan, li Ranyayê hate binçavkirin. Tevgera Azadî ya Civaka...

Li Silêmaniyê semînerek li ser dagirkerî û guhertinên li herêmê de hate dayîn

Li Silêmaniyê semînerek li ser dagirkerî û guhertinên li herêmê de hate dayîn

Rêbendan 27, 2023

Li bajarê Silêmaniyê semînerek bi navnîşana ‘Kurd li hemberî guhertinên Rojhilata Navîn û dagirkeriya herêmê’ hate dayîn. Di semînerê de...

‘Em kesên xayîn ji Êzidiyan hesab nakin’

‘Em kesên xayîn ji Êzidiyan hesab nakin’

Rêbendan 27, 2023

Civaka Êzidî piştgiriya xwe ya ji bo Operasyona Tolhildanê ya YBŞ’ê nişan dide û li dijî xeta xiyanetê ev peyam...

Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serî li dozgeriyê hate dayîn

Ciwanên Êzidî: Emê têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin

Rêbendan 27, 2023

Ciwanên Êzidî ku li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan bi hêrs in diyar kirin ku ji bo moral û...

Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 48’an de didome

Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 48’an de didome

Rêbendan 27, 2023

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd...

Dijî binçavkirina hevserokê Tevgera Azadî wê çalakiyek were lidarxistin

Dijî binçavkirina hevserokê Tevgera Azadî wê çalakiyek were lidarxistin

Rêbendan 27, 2023

Hevserokê Tevgera Azadî Selam Ebdula bê ku sedemek were nîşandan, li Ranyayê hate binçavkirin û hîn nehatiye berdan. Dijî binçavkirinê...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist