کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Çarşem, Gelawêj 17, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

PAJK’ê gerîlayên YJA Starê pîroz kir

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
10/06/2022 - 9:06:40 am
in JIN
0 0
A A
PAJK’ê gerîlayên YJA Starê pîroz kir
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

PAJK’ê bi daxuyaniyekê gerîlayên YJA Starê yên dijî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedanek bê hempa nîşan didin, pîroz kir.

Koordînasyona PAJK’ê derbarê berxwedana gerîlayên YJA Starê yên li dijî êrişên dagirker ên ku dewleta Tirk a dagirker ji 17’ê Nîsana 2022’an û vir ve li ser Herêmên Parastinên yên Medyayê didomîne, daxuyaniyeke nivîskî weşand. PAJK’ê diyar kir çalakiyên hêzên HPG û YJA Starê her rojê dikin mîladek û bal kişandin ser berxwedan û qehremaniya Şaristan Farqîn, Siyabend Kobanê û Mizgîn Ronahî.

Kooordînasyona PAJK’ê li ser malpera xwe ev daxuyanî weşand:

“Têkoşîna me ya azadiya Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo ketiye sala 50’emîn û têkoşîna me him geş dibe, him kûr dibe, di heman demê de sosyalîstên demokrat û şoreşger ên hemû dinyayê tevlî şerê xwe dike û didome.Li hemberî paradîgmaya Rêber Apo îro jî li pêşiya çavê dinyayê şerek tê meşandin. Hêzên modernîteya demokratîk ên dinyayê bi hêvî, heyranî û ruhekî hevpar li çalakiyên gerîlayên wêrek ên Kurdistanê dinihêrin. Di heman demê de hêzên modernîteya kapîtalîst jî bi tirs li Kurdistan û Mezopotamyaya qedîm a ku rajena azadiyê ya dinyayê re dinihêrin.

Dîrok şahidiya şerekî wisa dike ku ji Asûran û vir ve nehatiye kirin. Mirovayetî ji 300 Spartayiyan heta Spartakus, ji Leyla Qasim heta Zarîfe, ji Kawayê Hesinkar heta Mazlûm Dogan, ji Besêyan heta Zîlanan dibin şahidê beşa herî coş a çemê berxwedanê. Bêguman em ji nav şerekî berfireh derbas dibin û dibin şahidên qehremaniyên mezin. Em dizanin ku qehremaniyên mezin dikarin ji nav dijwariyên mezin were derketin û ev dijwarî bi bawerî, bîr, dil û evîneke mezin ji holê were rakirin.

Şerê hebûn û nebûnê

Çalakiyên hêzên me yên HPG û YJA Starê her rojê dikin mîladeke nû. Di her çalakiyê de dîrokek tê girtin û dîrokeke nû tê vekirin. Wekî di destpêka vî şerî de hate gotin, em di şerê hebûn û nebûnê de ne. Divê em her roj xwe ji xweliya xwe biafirînin. Ne bi tenê ji kêlîkên qehremanî em di heman demê de ji demên mîtolojîk jî derbas dibin. Çawa ku Prometeûs ê ku li zinaran hatiye girêdan û kezeba wî ya ku parçebûyî dibe xwarina çûkan, bi şev kezeba wî xwe nû dike, em jî her roj bi hebûneke din hişyar dibin. Di şerekî wisa yê hebûnê de, her darbeya li dijmin tê xistin, tê wateya ku derbek li pergala tecrîda Îmraliyê tê xistin.

Her derba li dijmin tê xistin, wekî ku derb li deshilatdarên li dijminên Kurdan were xistin. Her derba li dijmin tê xistin, wekî ku li desthilatdariya faşîst a tecawizkar a dijminê jinan were xistin. Îro hêzên YJA Starê yên ku neviyên Îştar û peyrewên Rêber Apo ne, xwe bi vê bîrê kûr dikin, roj bi roj xwe di wateya taktîk û teknîka leşkerî de nû dikin, îradeyeke çalakiyê bi dest dixe û wekî birûskê li dijmin dixe. Her gerîlayeke YJA Starê dibe hêzeke ku wekî birûskê li dijmin dikeve û dijmin tune dike.

Em Koordînasyona PAJK’ê performansa bilind a gerîlayên YJA Starê, derba ku li dijmin dane, serfiraziya ku ava kirin û çalakiyên wan ên ku ji mirovayetiyê re bûne zemîneke dîrokî li hemû avadaniya PKK û PAJK’ê, li gelê me û li mirovayetiyê re pîroz dikin. Di şerê azadiyê yê pîroz de bergîdaniyeke her gavekê, çalakiyeke serkeftî heye. Jixwe hemû hevalên me xwe bi vê bawerî û bîrê kûr dikin, em bawer in wê bi vê wate û hîssîyatê şer bikin û heta serfiraziya azadiya fîzîkî ya Rêbertî wê nesekinin. Şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin, şerê hebûna Kurdbûna azad e ya ku di şexsê PKK’ê de berxwedana wê tê kirin. Çawa ku li Rojava û Şengalê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê serfiraziyeke xurt hate afirandin, di heman demê de bi pêşengiya YJA Starê de jî li hemberî desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê jî wê serfiraziyeke mezin were afirandin.

Peywira hemû jinên Kurdistanê û milîtanên PAJK’ê ev e ku hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz, gelên Tirkiyeyê, mirovayetiya Rojhilata Navîn û dinyayê, ji belaya AKP û MHP’ê, ji serweriya mêran a riziyayî û mafyabûyî rizgar bikin. Bêguman divê hemû civak, Kurd, Tirk û hemû gelên Rojhilata Navîn divê bimeşin nav vê têkoşînê, ji ber ku şerê azadiyê peywira hemû kesan e. Lê em şervanên azadiyê ne û em pêşengên vî şerî ne.

Şaristan Farqîn, Siyabend Kobanê û Mizgîn Ronahî

Pêşengiya rêheval Şaristan Farqîn ku bi tilîlî derb li dijmin xist, karakterê pêvajoyê diyar kir. Şêweya çalakiya heval Nalîn Firat a ku di mejiyê dijmin de bi awayekî fedaî xwe teqand, derbeke mezin li dijmin xist û arasteyî pêvajoyê kir, ji hemû hêzên me re bû mînak. Rêheval Nalîn bi çanda qedîm a berxwedanê ya Cizîrê têr bûye, bi paradîgmaya Rêbertiyê ku mîna çemê Dîcle diherike, heta roja îro hatiye. Şêweya lêdana fedaî ya rêheval Rojbîn tirs û panika di dile dijmin de, di asteke ku nedihat veşartin de bû. Tirsa ku ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hatiye afirandin, dijmin têk biriye û hê jî dibe.

Heval Siyabend Kobanê, sekna mînak a gerîlayê HPG’ê ku li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya dijminê jinê, dijminê Kurdan, dijminê mirovahiyê, bi lehengî şer kir. Li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo di gerîlatiya fedaî ya şerê azadiyê de roleke pêşeng lîst û mohra xwe li dîroka azadiya Kurdistan û cîhanê da.

Kûrbûna rêheval Mizgîn Ronahî di xeta azadiya jinê û asta azadiyê de ji bo hemû jinên Kurd bû mînak. Dîsa rêhevaltiya ku hevala me Mizgîn bi heval Rûmet re pêş xistiye, yekitiya ruh, yekîtiya fikir û yekitiya çalakî, da zanîn ku bûyîna kesayetek azad, jina azad û mêrê azad ancax bi rêhevaltiya rast û bi lêdana derbeyên îmhayê li dijmin pêkan e.

Di şexsê van rêhevalên şehîd de em hemû hevrêyên xwe yên şehîd bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em careke din meşa serkeftinê ya hemû rêhevalên xwe yên li ser esasê vê xetê silav dikin.

Gerîlayên YJA Starê li hemû eyaletan roj bi roj derbeyên giran li dijmin dixin. Em dizanin ku ancax bi hêza ku ji Rêber Apo, paradîgmaya Rêbertiyê ku em dil û mejiyê xwe li ser esas digirin dikarin li dijmin bixin. Em ê van derbeyan mezintir bikin û nêzî serketinê bikin. Divê hemû dijminên me zanibin ku PKK û PAJK têk naçe. Şervanên Rêber Apo, dev ji berxwedan û têkoşîna xwe bernadin. Hêzên YJA Starê çi dibe bila bibe wê Kurdistanê li ber merhameta qirkeran nehêlin. Heya ku gerîlaya azadiyê hebe, têkoşîna azadiyê bi dawî nabe, teqez wê bi ser bikeve.

Em biryargeha YJA Starê û hemû rêhevalên xwe yên gerîlayên jin ji nêz ve dişopînin. Eşkere ye ku amadekarî, moral û motîvasyoneke girîng heye. Şert, moral û performansa hemû hêzên YJA Starê baş e, îdiaya pêvajoyê bi awayek hêz pêşwazî bike heye. Tevlîbûna hevalên jin li her mewziyê û li her milekî axa Kurdistanê di asta pêşeng de ye. Ya ku li neviyên Îştar û pêşengên YJA Starê tê jî ev e.

Rêbertiya me ji bo gerîla wiha gotibû: “Gerîlayê hêja, bila mejî û dilê te xurt be.” Em di wê baweriyê de ne ku hemû rêhevalên me wê dil û mejiyê xwe xurt bihêlin ku li dijî desthilatdariya qirker a faşist AKP-MHP’ê û di şexsê PDK’ê de li dijî hevkar-xiyanetkaran li ber xwe bidin û bi hêza xwe Kurdên azad nîşanî her kes bidin. Heta ku Rêbertî azad nebe serketinên ku hatine bidestxistin ranawestin. Bi vê hişmendiyê em di wê baweriyê de ne ku hemû heval wê li ser esasê ku sedsala 21’emîn sedsala azadiya jinê ye, xwe bi feraseteke kûr a azadî, leşkerî û siyasî xwedî bikin û sekna esasî ya gerîlatiya modernîteya demokratîk pêk bînin. Hemû gelê me wê layiqî van jinên leheng û pêşengiya YJA Starê bibe xwedî helwesteke gelê şoreşger.”

Nûçeya berê

Wê Hadî Amirî serdana Hewlêrê bike

Nûçeya pişt re

Parlamenteran nameya îstifakirinê radestî Sedir kirin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Endama Meclîsa Îştar: 15’ê Tebaxê rê li ber artêşbûna jinê vekir

Endama Meclîsa Îştar: 15’ê Tebaxê rê li ber artêşbûna jinê vekir

Gelawêj 15, 2022
TAJÊ bi meşekê şehîdên meha Tebaxê bibîr anî

TAJÊ bi meşekê şehîdên meha Tebaxê bibîr anî

Gelawêj 13, 2022

Li Rojhilatê Kurdistanê aktivîstek jin hate girtin

RAJIN: Em ê wek Denîz Firat dev ji qîrîna rastiyê bernedin

Rojnameger û şervana heqîqetê: Denîz Firat

Raporekî Navneteweyî: Ji bo pêkanîna wekheviyê divê jin 135 salan têkoşînê bikin

Nûçeya pişt re
Parlamenteran nameya îstifakirinê radestî Sedir kirin

Parlamenteran nameya îstifakirinê radestî Sedir kirin

Yên Li Pêş

Remzî Kartal: Di 15’ê Tebaxê de dijmin têk çû

Remzî Kartal: Di 15’ê Tebaxê de dijmin têk çû

Gelawêj 16, 2022

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal: “Guleya 15’ê Tebaxê, tirs û xofa di dilê Kurdan de şikand û bû mîladek nû....

Cejna Vejînê li Mexmûrê bi coşek mezin hate pîrozkirin

Cejna Vejînê li Mexmûrê bi coşek mezin hate pîrozkirin

Gelawêj 16, 2022

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 38’emîn salvegera 15’ê Tebaxê bi coşek mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de soza şopandina rêya...

Sadiq Sindî kiye û rola wî di pêngava 15’ê Tebaxê de çibû?

Sadiq Sindî kiye û rola wî di pêngava 15’ê Tebaxê de çibû?

Gelawêj 16, 2022

Şehîd Sadiq Sindî kesayetek qehreman ê devera Behdînanê bû, lingek wî li Beka li cem Rêber Ocalan bû, lingê wî...

Firîna bazek ji Mihabadê ta Qamişlo: Rêzan Cawîd

Firîna bazek ji Mihabadê ta Qamişlo: Rêzan Cawîd

Gelawêj 16, 2022

Li Rojhilatê welat mîna teyrek baz di ser çiyayên Kurdistanê re dest bi firînê dike, çeka wê li Şaho ye,...

Artêşa Tirk bi awayek hemwext êrişê Kobanê, Dirbêsiyê û gelek deverên din kir

Artêşa Tirk bi awayek hemwext êrişê Kobanê, Dirbêsiyê û gelek deverên din kir

Gelawêj 16, 2022

Ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve navenda bajarê Kobanê, Girê Miştenûrê û rêya Helebê hatin topbarankirin. Navenda bajarê Kobanê...

Li Silêmaniyê Cejna Vejînê hat pîrozkirin

Li Silêmaniyê Cejna Vejînê hat pîrozkirin

Gelawêj 15, 2022

Li Silêmaniyê bi boneya 38’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, şahiyek hat lidarxistin. Di saetên êvarê de li Seyrangeha Serawî ya...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist