‘Pirjinî şikandina kerameta mirov e’

Sêşem, 28 Jan 2020 – 08:08  SILÊMANIYÊ/ROJNEWS

‘Pirjinî şikandina kerameta mirov e’

Di pêvajoyeke bênav a zewacê de keçeke bi navê Kiwêstan a 17 salî dibe qehramana çîrokeke bi trajedî û çendîn caran dibe qurbana zîhniyeta zilamsalar. Parêzvana Mafên Jinan û Pispora Yasayan Behar Munzir diyar kir ku pirjinî şikandina kerameta mirov e û divê bê qedexekirin.


Kiwêstan yek ji qurbanên pirzewaciyê û zewaca pêşwext e. Kiwêstan dema di temenê xwe yê 17 salî de ye bi zorê weke berdêlî bi zilamekî 56 salî yê xwedî hevser û sê zarokên wî hene tê zewicandin.

Kiwêstana jina ciwan diçe nav jiyaneke pir bi pirsgirêk û girîft. Çendîn caran biryar dide ku wê mala ew bi zorê xistinê terk bike. Lê belê mala bavê Kiwêstan xwe lê nagirin. Kiwêstan bi awayekî dilşikestî dîsa vedigere wê malê ku jêre weke dojehê bû.

Kiwêstan di wê jiyana neçariyê de berdewam dike, dem dibihure û dibe dayika sê zarokan. Êdî ji bo Kiwêstan xwelênegirtina malbatê li aliyekî û tirsa zarokên wê ji dest biçin li aliyekî ye. Wer lê hat ku wî derdî û egera serêşanê qebûl bike.

Hevserê Kiwêstan piştî demekê bi keseke din re dizewice. Her sê malbat di malekê de dijîn. Ji bo her sêyan jî jiyan tahl û zehmet bû. Lewma biryar digirin cihê bibin. Her malbatek diçe cihekî. Kiwêstan bi alîkariya gundiyan ji bo xwe û zarokên xwe xaniyekî bi ax lê dike û têde dijîn. Zarok ji bo muxtacî kesî nebin û debara xwe bikin, dest ji dibistanê berdidin û li gel dayika xwe cotkarî û ajalvaniyê dikin.

Her çi qasî temenê Kiwêstan 41 sal e jî ji ber xem û êşan pîrtir xuya dike. Hevserê wê yê 80 salî jî niha bûye mirovekî pekkeftî (seqet), Kiwêstan û zarokên wê wî xwedî dikin û bi hevsera wî ya yekemîn û zarokên wê re jî dibin alîkar û ew jin jî nexweş e.

Ev çîrok li gundekî Germiyan rû daye û didome. Bi sedan çîrokên wer li deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê hene.

https://youtu.be/Dss7ydOl4kg”>

Li gor yasaya hejmar (15) a sala 2008’an anîna ji jinekê zêdetir, pirjinî nabe. Eger ev bi destûra dadgehê pêk were jî çend şertên wê hene. Li gor wê;

– Li pêşberî dadgehê divê riza jina yekemîn were girtin

– Eger jina yekemîn bi nexweşiyeke demdirêj re rûbirû be, hêviya başbûna wê nebe û lewma nikaribe biçe cem hevserê xwe

– Divê rewşa aborî ya zilam baş be

Ev çend şertên têkildarî zewaca duyemîn e ku heke zilam li gor wan şertan tevnegere ji bo demekê cezayê girtîgehê lê tê birîn. Ev jî li gel 10 mîlyon dînar cezayê pereyan, cezayê girtîgehê jî 6 mehan kêmtir û ji salekê zêdetir nîne.    

‘Ev şikandina kerameta mirov e’

Parêzvana Mafên Jinan û Pispora Yasayan Behar Munzir a bi tundî ev şertên heyî rexne kir, diyar kir ev yasa pirjiniyê rewa dike û got, “Yasayek e ku faktora zêdebûna pirjin “hewîtî”yê ye ya pileya duyemîn dide jinê. Pirjinî dibe sedema şekildayîna aliyê derûnî û şikandina kerameta mirov.”

‘Divê bêşert pirjinî bê qedexekirin’

Behar Munzir têkildarî şertên yasaya zewaca duyemîn a ji bo zilam jî diyar kir ku ev şert qet di vê serdemê de ne guncaw in.

Behar Munzir di dewama axaftina xwe bal kişand ku ji ber aboriyeke serbixwe ya jinê nîne, dizanin wê jin ji bo zewaca duyemîn razî bibin  û got, “Li welatekî ku ji bo hemû kesan xizmetguzarî hebe, wê jin qet bi vê rewşê razî nebin.”

‘Li Rojavayê Kurdistanê pirjinî qedexe ye’  

Behar Munzir destnîşan kir ku divê ev yasa careke din were destgirtin û yasa bêşert pirjiniyê qedexe bike. Behar di vê mijarê de Rojavayê Kurdistan weke mînak nîşan da ku sala 2016’an li wir pirjinî hatiye qedexekirin.  

Behar diyar kir ji bo Parlamentoya Herêma Kurdistan û Desthilata Daweriyê pirsa jinan girîng nîne, lê eger girîng be dikarin bi awayê Rojavayê Kurdistanê pirjiniyê qedexe bikin.

(yş)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist