Polîsên Tirk carek din êrîşê dayîkan kirin

image_print

Duşem, 20 May 2019 – 14:19  NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Tirk carek din êrîşê dayîkan kirin

Polîsên dewleta Tirk a dagirker li Gebzeyê êrîşî çalakiya rûniştinê ya dayikên girtiyan kir.


Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hezaran girtî di zindanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de di greva birçîbûnê dene. 30 girtî niha di rojiya mirinê dene. Çalakiya rojiya mirinê ya koma yekemîn 21 roj li pey xwe hişt.

Roj bi roj rewşa girtiyên di grevê de xetertir dibe. Bi armanca piştgirîdayînê dayîkên girtiyan li ser piyanin û dinava berxwedanê dene. Malbat û dayikên girtiyan cara 42’emîn li girtîgeha Kocaleî ya Gebzeyê hatin ba hev. Lê polîsan careke din êrîşî çalakgeran kir.

Di dema êrîşê de dayik hatin derbkirin, Hevseroka HDP’ê ya Gebzeyê Damla Bagci û rêveberê HDP’ê yê Kocaeliyê Dîlara Ozgeçnen hatin destgîrkirin.

Polîsan zext li rojnamegeran kir û dîmen û wêneyên çalakiyê di darê zorê jê birin.

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Nûçeyê binirxînin.

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist