کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Gelawêj 9, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Ma qedera Baran kûrahiya deryayê bû?

  ROJNEWS- SORAN
29/11/2021 - 7:11:17 am
in JIN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Piştî windabûna 2 rojan a li derya di navbera Brîtanya û Fransayê de, agahiya mirina Baran cergê bav û dayika wê agir pê xist. Malbata wê got ku cergê wan şewitî û qedera Baran kûrahiya deryayê bû.

Di 25’ê Mijdarê de di navbera Fransa û Brîtanyayê de, di Kanala Îngîlîz de herî kêm 31 koçberan jiyana xwe ji dest dan. Federasyona Penaberan ya seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê diyar kirîbû ku ji ber ku keştiya koçberan noqî avê bû, çarenûsa komek koçber nayê zanîn û heya niha cenazeyê 5 koçberan hatiye dîtin. Çarenûsa 26 kesên din jî nediyare. Federasyona Penaberan ya seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê berpirsyartiya bûyerê xistû stûyê Fransa û Brîtanyayê de û eşkere kiribû ku piraniya kesên xeniqîne xelkê Herêma Kurdistanê ne.

Yek ji wan kesên ku di nava avê de xeniqî Baran a temen 24 salî bû. Piştî 27 rojan li Fransa ma, hewl da bigihî destgirtiyê xwe, lê nekarî bigihiyê û di rê de jiyana xwe ji dest da.

Baran Nurî  xelkê gundê Dergelê ya Balekayetiye û şêniya Soran e. Di 22’yê Çile de nîşanî dibe û destgirtiyê wê nîştecihê Brîtanya ye. Di mehan de hewl dikeve li ser riya dijwar a Ewropa. Bêyî pirsgirêk digihî Fransa, lê Brîtanya ji bo hêsan nebû, nedikarî bi hêsanî xwe bigihîne Brîtanya. Destgirtiyê wê ji bo hewldanek zêde dike û ti riyan nabîne. Herî dawî Binar bi xwe biryar dide ku bi riya deryayê biçe û xwe bigihîne destgirtiyê xwe yê li Brîtanya. Ji şeva 23’yê Mijdarê de agahî jê qût dibin û piştî du rojan xizmên wê tên agahdarkirin ku Binar binav bûye û nekariye xwe bigihî destgirtiyê xwe.

Cenazeyê wê hîn li nexweşxaneya bajarê Kalas yê Fransayê dimîne, lê malbata wê li Soran ji bo tazî daniye û ev sê roj in berdewam dike.

Pismamê wê Taban Esed got: “Bûyerek bi bandor e. Me hewl da ku bi riyek selamet û tendurist bişînin Brîtanya, lê Binar nekarî ji vê zêdetir li bendê raweste. Êdî xwestek jiyana wê li otelên li cerga Fransa û Brîtanya derbas bibe. Me bi awayek fermî Binar şand Ewropa, lê ji ber ku vîzeya Brîtanya nebû, ji neçarî serî li riya din a Brîtanya daye. Destgirtiyê wê gelek hewl daye ku bi riya fermî bibe li gel xwe, lê hewldana wî bi serneket. Herî dawî cergê me şewitî û qedera Binar derya bû.”

Bavê Baran Nurî Heme Emîn bi dilek pir xemgîn bang li ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku qet dest ji welatê xwe bernedin û berê xwe nedin welatên biyanî û got: “Li wir dar û beran bixwin ji vê yekê baştire ku pêşeroja xwe bêxin metirsiyê de û kes nezane çarenivîsa we çi bi ser de hat. Weke vê rewşa ku bi serê me de hat.”

Koça bi komî ya ciwan û welatên Herêma Kurdistanê ya ber bi Ewropa bi dehan trajedî  û êş bi xwe re aniye. Her roj trajediyek ru dide û agahiyek nexweş digihî malbatekê. Ji bo malbatan jî dibe sedema xem û perîşaniyê.

(ab)

 

 

Nûçeya berê

 Li Qahîreyê Cejna Vejînê hat pîrozkirin

Nûçeya pişt re

Li stargehên jinan kêmûkurtî hene

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

RAJIN: Em ê wek Denîz Firat dev ji qîrîna rastiyê bernedin

RAJIN: Em ê wek Denîz Firat dev ji qîrîna rastiyê bernedin

Gelawêj 8, 2022
Rojnameger û şervana heqîqetê: Denîz Firat

Rojnameger û şervana heqîqetê: Denîz Firat

Gelawêj 8, 2022

Raporekî Navneteweyî: Ji bo pêkanîna wekheviyê divê jin 135 salan têkoşînê bikin

Di Tîrmehê de li Tirkiyeyê 31 jin hatin qetilkirin

TAJÊ: Emê bi rêxistinbûyîna xwe Şengalek Xweser ava bikin

RJAK’ê banga boykotkirina malên Tirkî kir

Nûçeya pişt re
Li stargehên jinan kêmûkurtî hene

Li stargehên jinan kêmûkurtî hene

Yên Li Pêş

Belgefilma ‘Hêza’ xelata xwe ya 7’emîn diyarî rojnameger Denîz Firat kir

Belgefilma ‘Hêza’ xelata xwe ya 7’emîn diyarî rojnameger Denîz Firat kir

Gelawêj 8, 2022

Belgefilma ‘Hêza’ ya serpêhatiya jineke têkoşer û fermandar ya Êzidî ku ji destê DAIŞ’ê rizgarbûye  digire dest, li Mîhrîcana Belgefilman...

Şehîd Denîz Firat li Mexmûrê hate bi bîr anîn

Şehîd Denîz Firat li Mexmûrê hate bi bîr anîn

Gelawêj 8, 2022

Şehîd Deniz Firat di 8’emîn salavegera şahadeta xwe de, ji aliyê hempîşeyên xwe û xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ve...

Çavdêrê siyasî yê Iraqî: Şandeyeke Ewlekariyê ya Tirk serdana Hewlêrê kir!

Çavdêrê siyasî yê Iraqî: Şandeyeke Ewlekariyê ya Tirk serdana Hewlêrê kir!

Gelawêj 8, 2022

Çavdêrê Siyasî yê Iraqî Waîl El-Rikabî diyar kir berê niha demekî şandeyeke ‘Ewlekarî û Saloxgerî’ serdana Hewlêrê kiriye û bi...

Rojnameger û şervana heqîqetê: Denîz Firat

Rojnameger û şervana heqîqetê: Denîz Firat

Gelawêj 8, 2022

Li ser xwatirxwestina dawî ya stêrka ragihandina azad rojnameger û şervana heqîqetê Denîz Firat re 8 sal derbas bûn. Şervana...

Dîmenek nû yê çalakiya gerîla ya dijî leşkerên Tirk hat weşandin

Dîmenek nû yê çalakiya gerîla ya dijî leşkerên Tirk hat weşandin

Gelawêj 8, 2022

Gerîla TV dîmenê çalakiya 17'ê Tîrmehê ya li Girê Amediyê weşand ku di encamê de 6 dagirker hatin cezakirin. Navenda...

Sedir li ser rewşa Iraqê peyamek nû belav kir

Sedir li ser rewşa Iraqê peyamek nû belav kir

Gelawêj 8, 2022

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ragihand ku çawa ku xwîn hêdî hêdî li ser şûr bi ser ket, reform jî...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist