کوردی
العربية
Arşîv
În, Avrêl 16, 2021
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Rewşa Jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê-2

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
03/03/2021 - 12:28:23 pm
in JIN
0 0
A A
Rewşa Jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê-2
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Tevgerên Jinan li Rojhilata Navîn li gorî dîroka zayînî ji salên 1900’an ve bi awayeke çalak û rêxistinkirî, dest bi têkoşînê kirine. Ev tevgerên jinan li gorî taybetmendî û rewşa her welatekî hedefên wan û şêwazên xwe yên têkoşînê cûdabûne. Li Iıranê jî bi giştî di dema Qacaran de ango bi ‘Şoreşa Meşrûtiyetê’ re destpê dike. Yekem rêxistina jinan di vê demê de bi awayeke fermî û rêxistinkirî dest bi têkoşînê kiriye.

Di serdema Qacaran de têkoşîna maf û azadiyê ya jinên Îranê

Di sala 1908’an de komek jin û zilam bihevre “Encûmena Hûrriyeta Niswan” (Encûmana Azadiya Jinan) ava dikin. Gelek civîn û xebatên veşartî ji derveyî Tehranê rêkdixin, di van civînan de li ser rola jin di civakê de tê sekinîn. Lê zêde pê naçe, Melayên tundrew ên Tehranê vê rêxistinê digirin.

Di serdema Meşrûtiyetê de ango di sala 1911’an de rêxistineke serbixwe ya jinan a bi navê “Encûmena Mûxedrat Weten” tê avakirin. Ev rêxistina jinan gelek çalakî lidardixe, lê ji xebatên derbarê jin de zêdetir, di çarçoveyeke netewî û giştî de xebatên xwe dimeşîne. Çalakiyên vê rêxistinê dijî dagirkeriya Iıngilîz û Rûsyayê ne.

Di serdema Peylewiyan de têkoşîna jin

Piştî serdema Pehlewî ya yekemîn (Riza Şah), “Komeleya Niswan Wetenxwah” ango Komeleya Jinên Nîştîmanxwaz di sala 1922’an de ji aliyê komek jinên Rewşenbîr ve tê damezrandin. Armanca vê komeleyê parastina mafê jinan û bi taybet jî jinên ciwan bû. Her wiha kovarek wan jî her bi vê navê derdiket. Ji derveyî ragihandinê, bi rêya vekirina dewreyên perwerdeyê ji bo tevahî jinan û zarokên keç xebatên pêşxistina zanabûn û têgihiştina jinan dimeşînin. Her wiha ev komele ji bo jinên hejar nexweşxaneyek li Iıranê vedikin û di sala 1933’an de mêhvandarî ji duyemîn kongreya “Jinên Rojhilat” re dike. Lê piştî salekî li ser fermana ‘Riza Şah’ tê girtin û çalakiyên vê komeleyê tê qedexekirin.

Her di sala 1922’an de “Komeleya Seadeta Niswan (jinan)” li bajarê Reşt ya Bakurê Iıranê ji aliyê komek jinên rewşenbîr ên vê bajarê ve bi fikreke çep tê damezrandin. Her wiha kovarek wan bi heman navî tê derxistin ku di heman demê de yekem kovara çep a Iıranê ye. Ev Rêxistin dibistan ji bo jinan vedike û ders dide. Her wiha pirtûkxaneyek vedikin. Ev di heman demê de yekem rêxistin bû ku “8’ê Adar” weke roja jinan qebûl kir û salane bi wê mebestê çalakî lidardixist. Armanca wan jî bidestxistina mafên civakî û siyasî yên jinan bû.

پەیکی سەعادەتی نسوان

Di sala 1924’an de komek ciwan û komîstên di nava “Komeleya Niswan Wetenxwah” de rêxistineke bi navê “Bêdarî Jinan” ava kirin. Ev rêxistin gelek radîkal bû û temenê wê 3 sal dirêj kir. Ev rêxistin jî karî yekem çalakiyên 8’ê Adarê pîroz bike.

Rêxistina jinan a Iıranê weke baskê jinan ya “Hizba Tude (partiya gel)” di sala 1943’an de hate damezrandin. Di sala 1947’an de bû endamê Federasyona Demokartîk ya navnetewî ya jinan. Daxwazên vê rêxistinê yên sereke ew bû ku guhertin di qanûnên derbarê jinan de li nava malê û cihê kar de çêdibe. Her bi vê armancê kovarek bi navê, “îdareya me” derxistin. Ev rêxistin di sala 1949’an de li gel Hizba Tude hate qedexekirin. Lê piştre di sala 1951’an de bi navê “Rêxistinên Demokratîk yên jinên Iıranê” xwe dûbare rêxistin kir û karê xwe berdewam kir.

Di encama kar û xebatên jinan de yekem car  di sala 1962’an de mafê dengdanê ya ji bo parlementoyê bidestxistin.

Di serdema Pehlewiyên duyemîn (Mihemed Reza Şah-1967) de, yekemîn saziya hikûmî ya jinan bi navê, “Damezrawey Jinanî Iıran”  hate avakirin ku di konferansa navnetewî ya jinan de nûnertiya Iıranê dikir. Di encama kar û çalakiyên vê rêxistinê de di sal 1972’an de yasaya piştgirîdayîna malbatan û di sala 1978’an de jî yasaya mafê kûrtajê li parlementoyê hate pesendkirin.

Têkoşîna jinan di serdema Komara Iıslamî ya Iıranê de

Piştî desthilat ket destê Melayên Iıranê de, ji ber eqliyeta zilamsalarî û dijminahiya li jin,  astengiyên li pêşiya jin hatin zêdetir kirin. Ew mafê ku jinan bi têkoşînê bidestxistibûn, di vê serdemê de ji dest wan hate girtin. Yasaya sergirtina bi zorê û rakirina mafê kûrtajê di dema komara îslamî de derket.

Lê jin li dijî sergirtina bi zorê û ew mafên ji wan hatine sitandin derketin. Bi awayeke berfireh daketin qadan û dijî vê yasayê nerazîbûn nîşandan. Ev xwepêşandan di 8’ê Adara 1980’an de û biboneya roja cîhanî ya jinan destpê kirin û 6 roj berdewam kirin.

Ev xwepêşandanên jinan ji bo bidestxistina mafê jinan û parastina destekeftiyên di encama têkoşînê de bidestxistibûn bû. Lê ji aliyê desthilat ve bi awayeke hovane û tund hatin tepisandin û bêdengkirin.

Heya demekî dirêj destûr ne dihate dayîn, ti rêxistin û sazî bên damezrandin. Ev biryar û qedexeyane herî zêde jî li ser jinan dihate ferzkirin. Herçend hinek rêxistinên ser bi desthilat bi navê jinên îslamî kar dikirin jî, ti pêşketinek di warê mafê jin de çênebû.

Lê li piştÎ demekî careke din hêdî hêdî tevgerên jin xwe li Iıranê rêxistinkirin û karîn gelek pengav û kampanya yên îmzeyan li dijî yasayên dijî jinan rêxistin bikin.

Kampanyaya 1 milyon îmze, pêngaveke serbixwe û civakî ya jinan bû ku ji aliyê hejmarek çalakvanên jin ve di sala 2006’an de hate rêxistinkirin. Armanca vê kampanyayê ji bo piştgirîkirina rakirina qanûnên dijî jin bû.

Di çalakiya yekemîn a vê kampanyayê de, çalakvan rûberûyê êrîşeke tund a hêzên çekdarî yên Iıranê hatin û her di wê rojê de 70 kes li ‘Meydana Heftî Tîr’  ya Tehranê hatin binçavkrin. Piştre jî hemû çalakvanên vê kampanyayê rêxistinkiribûn binçavkirin. Ji ber êrîşên rejîmê, kampanya bi rêyên dîjîtal berdewam kir. Lê li ser înternetê jî rûberûyê astengiyên desthilat hatin.

Her di sala 2006’an de kampanyayekî din ya bi navê “Pêngava yasayî ya bê kevirkirin” ji aliyê çalakvanên jin, rêxistinên medenî û tevna hiqûqnasên xwebexş ve hate rêxistin kirin. Armanca van jî rakirina cezayê sengsar ango kevirkirinê bû ku heya wê demê jî ev ceza di meriyetê de bû.

Niha ji derveyî ew rêxistinên dibin çavdêrî û li gel rejîmê, gelek rêxistinên jin di nava IIranê de û li derveyî welat ji bo mafên jinan têdikoşin ku navê çend rêxistinan wiha ye; “Kanûn Jinanî Iıran, Rêxistina 8’ê Adarê ya Iıran û Efganîstanê, Medreseya Femînîstan, Yekrêzî li gel jinên Iıranê, Tevna seranserê Hevkariyê ya Jinên Iıranê, Navenda Lêkolînên Jinên Iıranê, Rêxistina Têkoşîna bi zilma cinsî re, Rêxistina Parastina Mafê Jinan li Iıranê, Rêxistina Azadiya Jinan û hwd.”

Rêxistinên Jin li Rojhilatê Kurdistanê

Jinên Rojhilat li ge beşdarbûna şoreşa gelên Iıranê, bi awayeke çalak beşdarê avakirina Komara Mahabadê jî bûn.

Niha gelek rêxistinên jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistan, Iıran û derveyî welat çalakin. Navê rêxistinên jinên Kurd jî wiha ne; “Rêxistina Jinên Rojhilat (Ronak-Siwêd), Komelgeha Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Yekîtiya Jinên Demokratîk ên Kurdistanê, Rêxistina Asoya Jinên Kurd (Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê), Komeleya Jinên Rojhilat (Komeleya Şoreşgerî Zehmetkêşanê Kurdistanî Iıran).

Yekîtiya Demokratîk a jinên Kurdistanê, Rêxistina Asayoya Jinên Kurd û Komeleya Jinên Rojhilat herçend taybetin bi jinan, lê zêdetir di çarçoveya giştî ya hizbî de dixebitin. Kar û çalakiyên xwe jî di çarçoveya partiyên xwede lidardixin.

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), yengane rêxistina jinane ku di asta Rojhilat û Iıranê de kar û çalakiyên serbixwe birêve dibe, xwedî projeye û di sala 2018’an de nexşe rê ji bo çareseriya pirsgirêkên jinên Rojhilat û Iıranê pêşkêş kir. Niha jî bi kampanya û çalakiyên xwe weke bihêztirîn rêxistina jinên li Iıran û Rojhilatê Kurdistanê tê dîtin.

KJAR, di qada dîplomatîk de jî kariye gelek proje, kampanya, karên hevbeş li li gel jinên neteweyên din ên IIranê û derveyî Iıranê, li gel jinên Efgan, Ereb û Azerî birêve bibe.

Hêzên Leşkerî yên Jinan

Herçend di dirêjahiya dîroka Iıranê de têkoşîna jinan hebûye jî, lê di warê karên leşkerî yên taybetbi  jinan de xebateke berçav nebûye. Lê jin di nava refên Demokrat, Komele û Mûcahidên Xelk de cih girtine, lê serbixwe û taybet bi jinan ne hatiye kirin.

Yekem car di dîroka Iıran û Rojhilatê Kurdistanê de li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2006’an de hêzeke leşkerî ya taybet bi jinan hate avakirin ku navê wê Hêzên Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HJRK) bû. Paşê di sala 2014’an de navê xwe guhert û kir, “Hêzên Parastina Jin (HPJ)”.

Niha hêzên HPJ’ê li gel hêzên YRK’ê (Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê), li ser seranserê çiyayên Rojhilatê hene. Hêzên HPJ’ê hem ji bo parastina jinan ji tundiya mêr û dewletê têdikoşe, hem jî bi awayeke çalak di têkoşîna netewî ya Kurd de cih digire. Hejmara gerîlayên HPJ’ê hezaran derbas dike û jinên Kurd, Azerî, Fars, Ereb û neteweyên din di navê de cih digirin.

Di şerê bi rejîma Îslamî ya Îranê re heya niha bi dehan gerîlayên HPJ’ê û kadroyên KJAR’ê şehîd bûne. Hinek gerîla û kadroyên KJAR’ê jî di dema pevçûnan de bi birîndarî ketine destê rejîmê û berxwedana xwe di zîndanên Îranê de jî berdewam kirine.

(bz)

 

Nûçeya berê

Li Xurmatû teqîn: Leşkerek mir

Nûçeya pişt re

Serlêdana ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re careke din hate redkirin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

rojnews

Polîsên Ranyayê: Jinek ciwan xwe xeniqand

Avrêl 13, 2021
rojnews

Li Hacîawa jinek ciwan bi giranî birîndar bû

Avrêl 13, 2021

TAJÊ: Divê em çand, bawerî û cewherê xwe yê Êzidiyatî biparêzin

Piştî rizgarbûna Mûsilê pêşbirka dûçerxê ya jinan

Li Amedê 11 aktivîstên jin hatin girtin

Li Kifrî mirina jinek bi guman

Nûçeya pişt re
îmrali

Serlêdana ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re careke din hate redkirin

Yên Li Pêş

Pişt perdeya hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî li gel aliyên Iraqê

Pişt perdeya hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî li gel aliyên Iraqê

Avrêl 15, 2021

Çavdêrên siyasî di derbarê seredana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bexdayê de dibêjin, Barzanî peyamek cûda ya...

Biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk negirtiye

Biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk negirtiye

Avrêl 15, 2021

Emerîka û Iraqê di tora sêyemîn diyaloga stratejîk de li ser hevkariya bi hev re, nehiştina baragehên hêzên biyanî û...

Li Şengalê pîrozbahiya Çarşema Sor

Li Şengalê pîrozbahiya Çarşema Sor

Avrêl 14, 2021

Bi tevlibûna hezaran welatiyên Êzidî pîrozbahiya Cejna Serê Sala Êzidiyan (Çarşema Sor) li Şengalê destpêkir. Ji beriya çend kêliyan pîrozbahiya...

Bi muşekan balefirxana Hewlêr û navendek leşkerên Tirk hate hedef girtin

Bi muşekan balefirxana Hewlêr û navendek leşkerên Tirk hate hedef girtin

Avrêl 15, 2021

Duh bi şev bi balefirên bê mirov li dijî balefirxaneya Hewlêr a navnetewî ku navenda hêzên Amerîka û Hevpeymanan lê...

Li Mexmûrê koma 60’emîn greva birçîbûnê dewir girt

Li Mexmûrê koma 60’emîn greva birçîbûnê dewir girt

Avrêl 15, 2021

Çalakiya greva biçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi koma 60’an di roja 119’ an de...

Li Bexdayê teqîn

Li Bexdayê teqîn

Avrêl 15, 2021

Li rojhilatê Bexdayê teqînek pêkhat, li gor zanyariyên destpêkê kesek jiyana xwe ji destda, 10 kes jî birîndar bûn. Li...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist