Rêxistinên jinan yên li Germiyanê kar û xebatên xwe yên li dijî şîdeta li ser jinê berdewam dikin. Rêxistinan niha jî projeyek nû a ‘hişyarkirina zilaman li ser mafên jinan’ dane destpêkirin û gotin: “Serweriya çanda welatên din sedemek din a zêdebûna şîdeta li ser jinê ye.”
Li gorî bilançoyan kuştin û xwekuştina jinê û şîdeta li ser jinê her ku diçe zêdetir dibe. Her wiha li gorî bilançoya Rêveberiya Têkoşînê ya Dijî Şîdeta li ser Jinê û Malbatê ku li beramberî bilançoya sala 2021’an zêde bûye, li îdareya Germiyanê di nava 11 mehên borî de 5 jinan dawî li jiyana xwe anîne, jinek hatiye qetilkirin û 2 jinan xwe şewitandine.
Berpirsa Yekitiya Jinên Kurdistanê ya Şaxa Germiyanê Şukriye Germiyanî di derbarê bilindbûna asta kuştin û xwekuştina jinan de ji Rojnews’ê re axivî. Şukriye Germiyanî destnîşan kir ku divê kar û xebatên wan yên ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê berdewam bike û got: “Mixabin her ku diçe şîdeta li ser jinê zêdetir dibe. Yek ji sedemên vê yekê jî bandora çanda welatên din a li ser welatê me dike ye. Her wiha yasayên hin welatên cîran jî sedemeke din a şîdetê ye. Weke mînak li Herêma Kurdistanê mêrek xwedî jin, nikare bi jina duyemîn re bizewice. Li sînorê hikûmeta navendî hinek jin bi vî şêweyî dizewicin, an jî pir kêm tê dîtin. Lê li welatên cîran ev yek belavbûye ku dibe sedema zêdebûna şîdetê.”
Şukriye Germiyanî wiha domand: “Divê bi yasayê rê li şîdeta li ser jînê û sedemên wê bigirin. Her wiha xemgînin ku hinek mamsotayên olî bi pişeyî erkê xwe pêknaynin. Li şûna ku di kêmkirin û nehiştina şîdeta li beramberî jinan de pêşengtî bikin, gelek caran vê diyardeyê teşwîq dikin. Herwiha em dilgiranin ku hin mamosteyên olî bi awayekî pîşeyî erkên xwe bi cih naynin û li şûna ku bibin pêşeng di kêmkirin û nehiştina tundiya li dijî jinan de, gelek caran vê diyardeyê teşwîq dikin. Bang li diyanetê dikin ku ji bo kêmkirina şîdeta li ser jinê bi yasa û biryarekê mamostayên olî teşwîqî hevkariya bi rêxistinên jinan bikin. Ji bo demê pêş projeyên me yên weke ‘hişyarkirina zilaman di derbarê mafên jinan de’ hene. Pir normale ku birayek alîkariya xuşka xwe bike.”
Endama Rêxistina Dolse ya Germiyanê Senarya Mehmud jî ku li ser şîdet û destdirêjiya kar û xebat dike li ser heman mijarê axivî û diyar kir ku projeyek ya Rêxistina Dolse li gel Sindoqa Navneteweyî ya ji bo Niştecihan heye ji bilî wê ji bo jinên wargehên Tazedêy û Qormetû semîner werin dayîn û wê jinên Kelar û Rizgar jî beşdar bibin. Mijarên semînerê bi taybet li ser cûrên şîdetê û şêweyên xweparastina jinan ya li beramberî şîdet û destdirêjiya li beramberî wan e. Bêparkirina jinan ji çavkaniyên dahatê, pirsgirêkeke berfireh a jinên Germiyanê ye. Her wiha bi rêya panelan hewla çareserkirina pirsgirêkên jinan didin û li ser destdirêjiyê nîqaşan dikin.”
Senarya Mehmud di dewama axaftina xwe de got: “Li Germiyan projeyek me ya bi navê ‘male engagement’ bi taybet ji zilaman heye ku çawa dikarin hêza jinan pêş bixin, çi di warê pîşeyî de çi jî di warê bidestxistina mafên xwe de. Di berê de ji bo kêmkirina şîdetê bi jinan re di axivîn, lê niha em bi zilaman re guftugo dikin.”
(fk)