RJAK’ê Cejna Newrozê pîroz kir

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi peyamek nivîskî cejna Newrozê li tevahiya galan û jinên cîhanê pîroz kir. RJAK’ê ragihand ku têkoşîna li dijî korona tê wataya berxwedana li dijî zilm û bêedaletiya sîstema sermayedarî.


Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya Cejna Newrozê peyamek pîrozbahiyê weşand.

RJAK’ê di peyama xwe de Cejna Newrozê li gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, mirovahiyê, jinan û encamên xwe xwe, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî pîroz kir û şehîdên riya azadiyê  bi bîr anî.

Di peyama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) de wiha tê gotin;”Gelê me xwedî gelek qehremanên weke Kawayê Hesin, Mezlum Dogan, Zekiye Alkan, Rehşan û Sema Yuce ye ku li Kurdistan û girtîgehan bi agirê bedena xwe Newroz pîroz kirine. Lehengên weke Berîtan û Ronahî me heye ku li dijî faşîsta Elmanya gotin, eger rê nedîn bi daran agirê Newrozê pê bixîn, em ê bi bedena xwe agir pê bikin. Herwiha gelê me xwedî leheng û pêşengên weke Leyla Qasim, Eyşe Gul, Mulazim Helîme, Şîrin Elemhulî, Nêrgiz, Dayê Fatm, Destîna Qendîl, Sarîna Sarya, Rûheyv, Ranahî, Viyan, Vejîn û hwd. ku li dijî dagirkeriyê û zilmê têkoşiyane.

Heta niha çewisandina gelê Kurd bi dawî nebûye. Li piraniya cihên Kurdistanê pîrozbahiya Cejna Newrozê qedexeye. Lewma çiqas pîrozbahiya Newrozê tê wateya cejnê, ewqas jî helwestekî siyasî û watedare ji bo têkoşîna azadiyê. Pêxistina agir tê wateya berdewamkirina têkoşîna azadiyê ya li dijî hemû tarîtiyan û zilmê.”

RJAK’ê diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê û Şengalê  bi pêşengiya jinan DAIŞ şikest û tê gotin ku îro jî bi pêşengiya jinên Kurd wê li hemû Kurdistanê dawî li zilma desthilatdariya mêrsalarî û dagirkeriyê bînin.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ragihand ku têkoşîna li dijî korona tê wataya berxwedana li dijî zilm û bêedaletiya sîstema sermayedarî.

(ab)