Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi dirûşma “li beramber kuştina jinê em bihevre radiwestin” daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat xwestin kuştinên jinan werin rawestandin û bihevre li dijî kuştinên jinan rabin.
Di saetên êvarê de li Parka Qelay Şêrwan a Kelarê RJAK’ê li dijî şidet û kuştinên jinan daxuyaniyek da.
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama RJAK’ê Suham Germiyan ve hat dayîn, têde hat gotin, hişmendiya şidetê ya li beramberî jinan, şideta li beramberî tevahî civakê ye.
Di dewamê de hat gotin, “Di jêr navê namusê de zilm li jinan tê kirin, jin tên kuştin û wek mulk lê tê temaşekirin. Hêz û dîroka jinê tê înkarkirin. Di qonaxa ku niha em jin têde derbas dibin, qonaxa herî metirsîdare ji bo jinan. Ji berku kuştina jinan kuştina civakê ye. Ziyan bi xak û nîştiman gihandine. Em daxwaz ji desthilatê dikin dawî li vê siyaseta ku ne di xizmeta jin, xak û nîştiman de ye, bînin.”
(kş)