RJAK: Li hember zilma li ser jinan bêdeng nemînin

Li bajaroka Sengeser a girêdayî îdareya Raperîn ku di van çend rojên dawî de bi şewatê 2 jinan jiyana xwe ji dest dan, bi pêşengiya RJAK’ê çalakiyek hat lidarxistin. Hat xwestin ku kes li hember zilma li ser jinan bêdeng nemîne.


Li 2 gundên Pişder a bi ser Sengeserê du jinên temenî wan 21 û 23 salî agir berdan bedena xwe û jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî bûyeran welatiyên Sengeserê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiya li navenda bajarok pêk hat li ser navê RJAK’ê Kiwêstan Mistefa daxuyaniyek da.

Kiwêstan wiha got, “Di nav çend rojên borî de jina bi navê Estî Mihemed Emîn a 23 salî û Berzî Yasîn a 21 salî agir berdan bedena xwe. Em weke Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê, daxwazê ji gel, kesayet û rewşenbîran dikin ku li hember vê zilma li ser jinan bêdeng nemînin.

(yş)