Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi boneya çaremîn salvegera destpêkirina êrişa dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê daxuyaniyek da û got: “Her çiqas roja 20’ê Çile ji bo Efrîniyan û jinên Kurd bi êşe, lê di qonaxa niha de ev êş vegeriyaye hêz û îradeya berxwedaniyê. Ev yek wê di xebata jinê de bibe mertalek bi hêz ji bo azadbûna Efrînê.”
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê bi boneya çaremîn salvegera destpêkirina êrişa dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê daxuyaniyek nivîskî belavkir.
Di daxuyaniya RJAK’ê de hat gotin, “Ji bo gelê Kurd çarenûsa xwe bi guhere, li Rojavayê Kurdistanê dibin pêşengtiya jinê de pêngava ber bi projeya demokratîkbûnê ve avêt. Sîstema rêveberiya xweser û pêşkeftina jinê di hemû aliyên civakî de tirs û gumanê xist ser wan dewlet netewên ku şer ji bo hebûna xwe wek xwarinê dibînin. Ji bona wê dewleta dijî jinê û nijadperest a Tirk êrişa dagirkeriyê dibin navên cûda yên wek DAIŞ, El Nusra û El Qaîde bir ser Rojavayê Kurdistanê. Piştî ku ev êriş bi ser neketin, vê carê dewleta Tirk bi xwe êrişê ser Efrînê kir û dest bi dizî, talanî û destdirêjiya li ser jinê kir.”
Di beşek din a daxuyaniya RJAK’ê de hat gotin, “Her çiqas roja 20’ê Çile ji bo Efrîniyan û jinên Kurd bi êşe, lê di qonaxa niha de ev êş vegeriyaye hêz û îradeya berxwedaniyê. Dibin pêşengtiya jinê de gav bi şunde navêjin. Ev yek wê di xebata jinê de bibe mertalek bi hêz ji bo azadbûna Efrînê.”
(kş)