Roja Jinên Kedkar li Hewlêrê bi nêrgizan hat pêşwazîkirin

Yekşem, 8 Mar 2020 – 18:26  HEWLÊR / ROJNEWS

Roja Jinên Kedkar li Hewlêrê bi nêrgizan hat pêşwazîkirin

Endamên Grûba Dengê Jinan li Hewlêr bi wesîleya 8’ê Adarê nêrgîz li jinan belav kirin û daxwaz ji rayedaran kirin ku rê nedin tundûtûjiya li ser jinê.


https://youtu.be/AQMIc7g8itU”>

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê di pêşengiya Grûba Dengê Jinan de li Hewlêr aktîvîteyek hat lidarxistin.

Endamên Grûba Dengê Jinan li navenda Hewlêr bi wesîleya 8’ê Adarê nêrgiz û şekir li jinan belav kirin û 8’ê Adarê li wan pîroz kirin.

Yek ji endama Grûba Dengê Jinan Selwe Cewher a têkildarî mijarê ji Rojnews re axivî got, “Wezareta Tenduristiyê ji bo tedbîrên li hember vîrûsa Koronoyê daxwaz kiribû ku ti çalakî neyên lidaerxistin. Em li gor biryarê tevgeriyan û me çalakiyên mezin pêk neanîn. Lê belê bi wesîleya vê rojê me ev çalakiya biçûk li dar xist.”

Selwe Cewher axaftina xwe wiha domand: “Em ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku rê nedin tundûtûjiyên li ser jinan. Kesên tundûtûjiyê pêk tînin jî divê werin dadgehkirin.”

(yş)

 

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist