Sêşem, 10 Mar 2020 – 15:04 SILÊMANÎ / ROJNEWS
Rûniştina 13’yemîn a doza Sêwan û zarokên wê pêk hat
Rûniştina 13’yemîn a doza Sêwan Qadir û sê zarokê wê ku di şewateyê de jiyana xwe ji dest dabûn li Dadgeha Silêmaniyê pêk hat.
Rûniştina 13.’yemîn a doza Sêwan Qadir û sê zarokê wê (Larîn, Derûn û Diyar) ku di şewateyê de jiyana xwe ji dest dabûn li Dadgeha Silêmaniyê bi axaftina şahidên bûyerê pêk hat.
Rûniştina vê carê jî mîna rûniştinên din bi amadebûna xizmên wê, çalakvan, parêzerên mafên mirovan û bersûc pêk hat. Herwiha dezgehên ragihadinê amade bûn.
https://youtu.be/KK4YES4TJnk”>
Dadwer îfadeya 8 şahidan girt ku 4 xwîş, 2 birayên ‘Diyar’ ê bersuc û du cîranên wî bûn.
Piştî rûniştinê xizmên Şêwan Qadir û parêzerê dozê li ber Dadgeha Hewlêrê daxuyanî dan.
Parêzer Kosalan Heme Murad got;”Li gorî me tenê rûniştinek din a vê dozê maye û wê dawî bibe.”
Herwiha dayika Sêwan,Gulçîn Ehmed jî got;”Eger encam li gorî xwesteka me be, em ê sed carên din bêne li ber dadgehê, divê tişta ku dixwazin misuger be.”
(ab)