Sala nû ya xwendinê destpê kir

Li Herêma Kurdistanê sala nû ya perwerdeya sala 2019 û 2020'an destpê kir. Wê li Hewlêrê 570 hezar xwendekar biçin dibistanê.


Li Herêma Kurdistanê sala xwendina sala 2019 û 2020'an îro saet 08.00'an de destpê kir. Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li dibistanekî Dihokê zengilê destpêkê lêdan.

Li bajarê Hewlêrê jî sala nû ya xwendinê bi amadebûna Rêveberê Giştî yê Perwerdeyê Beşdar Abdulxaliq li Dibistana Hemdî sala nû destpê kir.

Rêveberê Giştî yê Perwerdeyê Beşdar Abdulxaliq di merasîma vekirinê de diyar kir ku 570 hezar xwendekar îro li Hewlêrê dest bi xwendinê dikin. Ji vanek 49 hezar û 285 xwendekar ên pola yek in. Rêveberê Giştî yê Perwerdeyê Beşdar Abdulxaliq diyar kir ku 2 hezar û 216 dibistanên parêzgeha Hewlêrê hene.

Beşdar Abdulxaliq da zanîn ku pêwîstiya gelek dibistanan bi nûjenkirinê heye û got ku ev çend salin ji bo nûjenkirinê ti bûdce nehatiye veqetandin.

Rêveberê Giştî yê Perwerdeyê Beşdar Abdulxaliq eşkere kir ku pêwîstiya wan bi mamostayan heye û destnîşan ku nekarîne mamostayan tayîn bikin yan jî bi peyman bigirin.

Li gorî daneyên Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê zêdetirî milyone û 700 hezar hezar xwendekar li dibistanên seretayî heta amadeyî dixwînin. Salene zêdetirî 100 hezar xwendekarên nû li refên yek tên wergirtin. Li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê 6 hezar û 734 dibistanên ser bi hikûmetê hene. Lewma li hinek dibistanan rojane du dewam û li hinekan jî sê dewwam tên kirin.

(ab)