Şehîd Viyan li Binarê Qendîl û Germiyan hat bîranîn

Şemî, 1 Feb 2020 – 21:09  QENDÎL/ROJNEWS

Şehîd Viyan li Binarê Qendîl û Germiyan hat bîranîn

Endama Komîteya Jinûve Avakirina PKK’ê û Endama Meclîsa PAJK’ê, Fermandar Viyan Caf di 14. salvegera çalakiya xwe de li Binarê Qendîl û Germiyan hat bîranîn.


Endama Komîteya Jinûve Avakirina PKK’ê û Endama Meclîsa PAJK’ê, Fermandara YJA Star Viyan Caf a ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 2’yê Sibata 2006’an agir berda bedena li Binarê Qendîl û Germiyan hat bîranîn.

Li gundê Alêreş ê girêdayî herêma Marado ya Binarê Qendîlê bi tevlîbûna gelek kesan merasîmek pêk hat.

Di merasîmê de pêşî têkildarî jiyan û têkoşîna şehîd Viyan belgefîlmek hat temaşekirin.

Paşê ji aliyê Şiwane Alêreşî ve li ser navê komîteya amadekar daxuyaniyek hat xwend.

Di daxuyaniyê de Şehîd Viyan û tevahî şehîdên Kurdistanê hatin bîranîn û hat diyarkirin ku wê têkoşîna şehîd Viyan bê domandin.

Li bajaroka Rizgarî ya girêdayî îdareya Germiyan jî di pêşengiya Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK)’ê de şehîd Viyan hat bîranîn.

Di merasîma bîranînê ya gelek kes beşdar bûn, belgefîlmeke têkildarî jiyana şehîd Viyan hat temaşekirin û axaftin hatin kirin.

Her wiha li navçeya Kelar a Germiyan jî ji bo şehîd Viyan ji aliyê RJAK’ê ve merasîmeke bîranînê tê lidarxistin.

(yş)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist