Şewitîna jinek ciwan a bi guman

Li bajarê Jarawa hat îdea kirin ku jinek ciwan xwe şewitandiye. Jina ciwan ji sedî 80’ê şewitiye û nayê zanîn bê ka bûyer çawa pêkhatiye.


Duh êvarî jina ciwan a bi navê F.S (21) li bajarokê Jarawa a ser bi navçeya Pişder ya ser bi îdareya Raperîn, ji ber şewatê gihandin nexweşxaneya Şehîdên Qeladizê. Ji ber ku rewşa jina ciwan giran bû, veguhestin nexweşxaneya Silêmaniyê. Hîn jî nayê zanîn F.S hatiye şewitandin yan jî xwe şewitandiye.

Li gorî agahiyan F.S li malê xwe şewitiye yan jî hatiye şewitandin. Di derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.

(nr)