Seyran yekem jine li Herêma Kurdistanê kompanya parêzerî damezrand

În, 6 Mar 2020 – 08:00  SILÊMANÎ/ROJNEWS

Seyran yekem jine li Herêma Kurdistanê kompanya parêzerî damezrand

Berovajiyê hişmendiya ku di gotin ew ne karê jinaye, parêzera jin a bi navê Seyran Ebdulrehman wek yekem jin li Herêma Kurdistanê kompanya karê parêzertiyê avakir.


Li Herêma Kurdistanê bi dehan kompanyên karê parêzerî û şêwirmendiya yasayî dikin hene, lê xwediyê van kompanya tev zilam in. Parêzera jin Seyran Ebdulrehman di sala 2012’an de hewil dide kompanya karê parêzertî ava bike.

Seyran Ebdulrehman di destpêkê de gelek astengiyan dikişîne, lê ew ji armanca xwe gav bi paş de navêje, di dawiyê de hewildanên wê bi encam dibe û kompanya bi navê Luyer a ji bo karê parêzertiyê ava dike.

https://youtu.be/F66_G5ThHq0″>

Di dema avakirina kompanyê de yek ji pirsgirêkên herî zêde tê jiyankirin ew bû ku baweriya welatiyan nedihat dozên xwe radestê jinek parêzer bikin. Lê Seyran Ebdulrehman vê hişmendiya nava civakê da guhert û nîşan da ku jêhatinek baş ya jinan di karê parêzertî de heye û bi cidîtir li ser karê xwe radiwestin.

Ji bilê Seyran Ebdulrehman, du parêzerên din jî li gel de dixebitin. Dozên diçin ber destê wan ji dozên cûda cûda ne. Her wiha welatî ji bo li ser yasayê zanyariyan bizanin serdana wana dikin.

Seyran Ebdulrehman diyarkir ku niha gelek kesên xwediyên doza serdana wan dikin û baweri bi wan tînin ji ber ku ew wek parêzerek jin bi cidî li ser karê xwe radiweste.

Parêzerê bi navê Belên Cebar, ev çar salin di kompanya Luyer de karê parêzertiyê dike. Cebar da zanîn ku ew gelek keyfxweşe li gel rêveberek jin de kar dike, ji ber ku ew wek malbatekîne, ne wek xwediyê kar û karker kar dikin.

Parêzer Seyran Ebdulrehman wek yekem jin dest bi vî karî kir û pêşî li jinên din vekir. Niha jî gelek jin bi heman awayî kopanyên parêzertiyê birêve dibin.

(şk)

 

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist