Şine Hesen: Bila hunermend ji bo yekîtiya netewî têbikoşin

În, 6 Mar 2020 – 07:35  SILÊMANÎ/ROJNEWS

Şine Hesen: Bila hunermend ji bo yekîtiya netewî têbikoşin

Hunermend Şine Hesen bang li hunermendên Kurd kir ku ji bo derbaskirina êşên gelê Kurd û rûbirûbûna li dijî dagirkeran têbikoşin û ji bo yekîtiya netewî xebat bikin.


Lîstikvana Şanoyê Şine Hesen ku di heman demê de Endama Pilatforma Hunermendên Silêmaniyêye, di derbarê rola hunermendên jin ji bo pêkanîna yekîtiya netewî ji Rojnews’ê re axivî.

https://youtu.be/-mHmqBN6EXE”>

Şine Hesen di destpêka axaftina xwe de balkişand ser avakirina pilatforma hunermendan û wek pêngavek erênî binavkir. Şine Hesen got: “Ev hewildan ji bo me destpêkek başe, ji ber ku hunermend pêşeng û dengê welate.”

Di dewama axaftina xwe de Şine Hesen rexne li beşek ji hunermendan girt û diyarkir ew bi qasî pêwîst nêzê mijarên netewî nabin û wiha domand: “Ya ku me bi gel dide naskirin hunera me ye. Na be em bêxem nêz bibin. Lê hunermend destê xwe nadin destê hev. Her kes li pey berjewendiyên xwe de ye. Eger hunermed bixwazin êş û nexweşiyên gelê xwe ragihînin, pêwîste ji beriya gel ew baca helwesta xwe bidin.”

Her wiha Şine Hesen qala şêwazê dagirkeriya li ser gelê Kurd tê birêvebirin kir û da zanîn dijmin çi bi rêya civakî çi jî bi rêya ziman û çandê hertim dixwaze Kurdistanê dagir bike. Hesen diyarkir ji bo pêşîgirtina van dagirkeriyan tenê çare yekîtiya netewî ye.

Di dawiyê de jî Şine Hesen bang li hunermendên Kurd bi taybetî jî hunermendên jin kir ku ji bo derbaskirina êşên gelê Kurd û rûbirûbûna li dijî dagirkeran têbikoşin û ji bo yekîtiya netewî xebat bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye hunermendên Kurd ên ku li Ewropayê ji bo yekîtiya netewî xebat dabûn destpêkirin, li Başûrê Kurdistanê jî heman xebatê didomînin. Di çarçoveya xebatan de Hunermend Xelîl Xemgîn û Diyar Dêrsim roja 10’ê Sibatê li Silêmaniyê bi hunermendên bajarê Silêmaniyê re civiyabûn. Di civînê de biryar hatibû girtin platformek a hunermendan were avakirin û bi beşdariya hunermendên ji her çar parçên Kurdistanê konsertek netewî were dayîn. Tê payîn jî ev konser di meha Gulanê de were dayîn.

(şk)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist